Yek ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê jî bi Bendava Ilisu (li dehma gundê Germavê yê ser bi Kerboranê) ye. Ev bendav di navê de navenda Heskîfê jî wê bêhtirî sed deverên Şên di bin avê de bihêle û ji niha ve ji xwe bi dehan dever di bin avê de hiştin jî. Ew ê deverên ne şên ên dîrokî jî tine bike. Yek ji deverên tehlûke heye av bide ser jî perestgeheke 12 hezar salî ya nêzî gundê Germavê ye. Ev perestgeh par di encama kolanên arkeolojîk de hatibû dîtin. Ev perestgeh li Newala Meherk li ser girê bi heman navî hatibû dîtin. Aliyên perestgehê yên dişibin ên Girê Mirada li Xirabreşkê jî hene, lê ew bi awayekî eşkere ji serdema neolîtîk e. Yanî lêkolînên li vê perestgehên dikarin gelek aliyên nayên zanîn ên civaka insanan rohnî bike. Lê heger ev dever di bin avê de bimîne, ev yek jî wê ne mumkin be. Rayedar îdîa dikin ku dever wê di bin avê de nemînin. Lê malên ku rayedaran gotibûn wê av nede ser wan, ji mêj ve di bin avê de mane.

 

MÊRDÎN