Ev avahî xizmetê dide Kobaniyan. Di dema serdegirtinê de, bi dehan kesên pîr û zarok jî di nav de rastê lêpirsînê hatin û nasnameyên wan hatin desteserkirin. Leşker û polîsên Tirk li depoyên alîkariyê yên Kobaniyan jî lêgerîn pêk anîn. Şaredar û arlamenterên HDP'ê li pêşiya leşkeran rawestiyan bûn asteng. Piştre bi lez û bez ji Dozgeriya Komarê ya Pirsûsê biryara lêgerînê hat derxistin û polîs û leşker ketin hundirê avahiyê. Lêgerîn zêdehî 4 seatan berdewam kir û deriyê avahiyê jî hatin şikandin. Her wiha kel û melên alîkariyê jî rijandin erdê, kaseya pere ya Şaredariyê, ji ber nedîtina mifteya wê, leşkeran ew bi xwe re birin.
DIHA/RIHA