Avşîn Turkmen ji Tirkmenên Antakyayê ye. Malbata wê ji Antakyayê koçî Hatayê kiriye. Ji ber ku bavê wê mamosteyê dîroka Tirk e, Avşîn di du saliya xwe de ji ber wezîfedarkirina bavê wê çûn Colemêrgê. Avşîn dibêje ew ji Colemêrgê ye. Ji ber Colemêrgbûyînê jî bi xwe serbilinde.
Avşîn, nêzîkatiya malbata xwe ya li ser mijara Kurdan bi vî rengî anî ziman: “Bavê min mamosteyê înqilapê bû. Li Colemêrgê em li cihê lojmanên polîsan lê bûn dijiyan. Dema ez diçûm dibistanê çend hevalên min ên Kurd çêbûn. Me gelekî baş li hev dikirin û min ji wan hez dikir. Dibe ku bavê min ji ber mamosteyê dîroka Tirk bû, dixwest me ji Kurdan cûda bigire l êmin xwe wekî Colemêrgiyê dîdît.”
Avşîn li dibistanê nîqaşên di nava hevalên xwe de bihîst û ji wan re gotiye ‘min jî bi xwe re bibin’ bi vî rengî berê xwe daye çiyê û wiha dom kir: “Dema ez hatim çiyê, ji ber hebûna ewqasî zêde ya hevalên jin ez şoq bûm. Balkêş e; haya min jê tunebû ku li çiyê jin jî hene û bi tenê min da dû hevalên xwe û hatim.
PKK cihê hemû bedewiyan e, niha bi awayekî rast dest bi xwendina jiyanê dikim. Ez bi PKK’ê jiyana rast hîn bûm. PKK cihê azadiyê ye jinên ku dixwazin azad bibin bila bên refê PKK’ê.” Avaşîn anî ziman ku ew bi rastiya ku PKK daye wê êdî dibîne, dibihîze û dizan e.”
ŞEVÎN MURAT BÎNGOL/ ANF/BEHDÎNAN