Navçeya Geverê ku hezar û 925 metre ji bahrê bilindtir e û 2 hezar û 800 hektar firehiya wê heye, ji aliyê xwezayê, cureyên nebat û gihayê û lûsa çûkan ve bihiştek rengîn e. Li vî warê xwezayî Avzêma Nehilê dewlemendiyek din e. Lê di salên dawî de ji ber ku operasyonên leşkerî li herêmê zêde dibin û her tim qamirgehan didin ber agir û dişewitînin, qamirgeh hêdî hêdî zuha dibe û vedigere sergo. Li gorî peymana Ramsarê ya Navneteweyî ku pêwiste kamirgeh û avzêm bên parastin, dîsa evzêmên ku bi hezaran cureyên sewalan diparêzin yek bi yek zuha dibe. Qamirgeha Nehîlê jî ji ber ku nayê parastin û her tim ji ber operasyonên leşkerî tên şewitandin di bin gefên mezin de ye. Her çend berê jî der barê rewşa vê qamirgehê de ajansa me nûçe çêkirin û parazvanên mafên mirovan der barê rewşa qamirgehê û avzêmê de bang li rayedarên dewletê kirin jî heta niha der barê parastinê de tu gav nehatine avêtin. DSÎ di sala 1993'an e li herêmê bendava Dilimlî ava kir û ji ber vê bendavê piraniya vê qamirgehê zuha bû û miçiqî. Dîsa di salên dawî de ji ber ku xwelî û aliya komirê li derdorê wê rodikin, her ku diçe qirêj dibe û vegeriya ye sergo. Ji ber ku li derdorê wê bi hezaran ton xweliya komirê lê hatiye rokirin êdî her ku diçe zuha dibe û qirêj dibe.

‘Bendavê qamirgeh zuha kir'

Serokê Komeleya Xwezaya Cilo Mesut Kiratli diyar kir ku tiştên li Avzêma Nehilê pêk tê qetilkirina xwezayê ye.  Kiratli, anî ziman ku anî ziman ku li Geverê tenê Avzêma Nehilê heye û ev yek jî ji ber ku nayê parastin, bi destê mirovan hate zuhakirin û vegeriya çop û sergo. Kiratli, anî ziman ku di salên berê de wekî bihişta çûkan û sewalan dihat zanîn û niha ne wisa ye. Kiratli, bilêv kir ku ji ber Qamirgeha Nahîlê ji aliye derdorparêzan û rayedarên dewletê ve nayê parastin û xweliya komirê li derdorê wê rodikin tev zuha kirine û lûs û hêlîna hezaran sewalan wêran kirine. Kiratli, bilêv kir ku ji ber nêzîkatiya mirovan hem hevsengiya ekolojiyê û hem jî xweza xera bûye û wiha got: "Heta 10 sal berê li qamirgeha ku wekî avzêmkê ye gelek cûreyên sewalên bejî û avî li vir dijiyan. Lê her ku diçe ji ber qada wan herimî û cihê wah xera bû koç kirin û tune bûn." Kiratli, bang li hemû saziyên sivîl û civakî û xwezaparêz kir û xwest her kes ji bo parastina qamirgehê têkevin nava çalakiyan.

Şaredarî dê çopê kom bike
Kiratli, anî ziman ku wan proje amade kiriye û pêşkêşî DAKA û Wezareta Çandê kiriye û ger ku ev proje bê qebûl kirin dê dest bi xebata paqijiyê bikin. Şaredarê Geverê Ercan Bora ani ziman ku ji bo rê li pêşiya komkujiyê û wêrankiina xwezayê bigirin dê çalak bixebitin.

SAMÎ YILMAZ - DÎHA/COLEMÊRG