Heyran Xanima Dunbulî her çi qas baş neyê nasîn jî der heqê wê de di hin pirtûk û kovaran de kêm be jî agahî tên dayîn. Heyran Xanim yek ji jinên herî bi nav û deng a herêma Xoy û Ûrmiyeyê ye

Jina Kurd a navdar Heyran Xanim keça Kerîm Xanê Dunbulî ye. Mala wan ji bajarê Xoyê bar kiriye û çûye Nexçivanê. Piştî demekê jî ji Nexçivanê bar kirine û çûne Ûrmiyeyê, li wir jî koçî Tebrîzê kirine û herî dawî li wir bi cih bûne. Der barê jidayikbûn û mirina Heyran Xanimê de pirr tişt nayên zanîn. Lê ji helbestên wê tê fêmkirin ku di sala 1247´an a Hicrî qemerî û 1831´ê mîladî de jiyaye. Heyran Xanim nizîkê 80 salan temen kiriye û her çi qas evîndar bûbe û hez kiribe jî nezewiciye. Heyran Xanim yek ji jinên herî bi nav û deng a li herêma Xoy û Ûrmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê ye. Gelek helbestên wê yên bi Farisî, Azerî û Kurdî hene. Ji Heyran Xanimê ji bilî helbestên wê, sê dîwan mane ku tê gotin ku heya niha nehatine çapkirin. Ew di gelek helbestên xwe de dide zanîn ku ew ji qebîleya Dunbulî ye û bavê wê li herêma Selmas û Xoyê bi salan hikumranî kirine.

Ji Eşîra Dunbulî ye

Wê dîwanek ji pênc hezar beyt û helbestên Kurdî, Farisî û Azerî li pey xwe hiştine. Li Nexcivanê hatiye dinê, demeke dirêj li Ûrmiyeyê maye. Di piraniya belgeyan de ên ku heta niha der barê wê de hatine çapkirin, tê gotin ku Dunbulî qebîleyek e ku li Xoy û Selmasê bi cih bûye; di Şerefnameyê de jî tê gotin, ev eşîr Êzîdî ye û bi îhtîmaleke mezin ji herêma Botanê koçî vê herêmê kirine. Bi kinahî di gelek cihan de navê eşîra Dunbulî (Dunbul-Dunbel-Dunbil) bi awayên cuda derbas dibe, lê li ser mijara Kurdbûna vê qebîleyê de, her kes hemfikr e. Her wiha Mecdedîn Yeqûb Firuzabadî jî ku di qirna 14’emîn de jiyaye; rastnivîsa koka vê peyvê Dunbule nivîsiye ku ev eşîreke Kurd e û li herêma Mûsilê maye. Mînak Emîr Suleyman Beg jî ji vê malbatê ye û sala 995´an jiyana xwe ji dest daye, Emîr Suleyman weke Kurd tê nasîn, dîwaneke wî a bi Kurdî heye ku di nav Kurdan de bi qasî Hafiz-Şîrazî tê nasîn.

Bilbilê xweşxwan, Kaniya jiyan

Herçî Heyran Xanim e, pirraniya helbestên wê li ser Ebas Mîrzayê Qacar (Naîbê seltene), dayik û xwîşka wî bûne.

Di helbesteke xwe de wiha dibêje: 


Di nav hemû zeriyan de tu yî serdeftera rindan.

Rûyê te wek goga rojê, biskên te jî wekî çogan.

Cemala te wekî gulşen (gulistan). Çi gulşen? Gulşena rindî. Çi rindî?

Rindiya Yûsif. Çi Yûsif? Yûsifê Kenan.

Du çavên mest ên te zalim. Çi zalim? Zalimê kafir. Çi kafir? Kafirê rêbir.

Rêbirê îman. Lêvên te yên sor wek xonçe. Çi xonçe? Xonçeyê bexçe. Çi bexçe? Bexçeyê cinnet. Çi cinnet? Cinneta xweşî. 

Lêvên te wek xala Hîndû. Çi Hîndû?

Hîndûya sêrbaz. Çi sêrbaz? Sêrbazê fitne, fitneya dewran.

Zimanê te bibe bilbil, devê te bibe kanî. Çi bilbil? Bilbilê xweşxwan. Çi kanî? Kaniya jiyan.

Heyran ji te re bibe aşiq. Çi aşiq? Aşiqa tirsek. Çi tirsek? Tirseka sersem. Çi sersem? Sersema Heyran.


Heyran Xanim di hin helbestên xwe de jî balê dikişîne ser Dunbuliyan. Di hin metnan de jî tê gotin ku bav û kalên wê ji ber pirsgirêk û lihevnekirinên di nav qebîleya Dunbulî de ji qebîleya xwe qût dibin û koçî warên cuda dikin.

Dibe ku ji ber vê yekê be ku der barê hebûna vê jina bi nav û deng de tiştên cihê tên gotin an jî agahiyên tevlîhev der barê hebûna wê de hatibin nivîsîn.


 Xwedêyo! Misilman helak bûn 

Ciwan hemû binax bûn

Dayik dilşikestî û bi nalîn 

Miriya dişon ji dewsa zaroyan

Xwedêyo ev bela, bû belayek mezin  Şaşî ji xelkê nepenî bû


Rê nede kesên kevneperest

Heyran Xanim xwedî zîhneke vekirî û hizireke dewlemend bûye, hema bibêje di nivîsîn û anîna ziman a her cure helbestan de xwedî afirînerî bûye. Lêkolîner di vê baweriyê de ne ku Heyran Xanim di nivîsîna helbestan de xwedî hakimiyet û dewlemendiyeke mezin bûye. Her wiha di helbestên xwe de balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî û xemên gel. Beyteke Heyran Xanimê jî wiha ye: Rê ne de kesên kevneperest bên dîwana te. Xelk mêşan ji şekir dûr dixe, Stirî di dilê min de, razî me bi te re di qefesan de bim. 


Çavkanî: Newaya Jin