
Wêneyên Ocalan li festîvalê
Ji bo mêvanan Şaredariya Dêrsimê pansiyon amade kirin û ji bo wan hin riyên navendî li trafîkê hatin girtin. Di heman demê de welatiyên ku tên Dêrsimê li rastî wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên. Di ser riya Pulur û Dêrsimê li ser piranî tabeleyên trafîkê wêneyên Ocalan hatine daliqandin. Beşdarên îsal piranî ji ciwanan pêk tê. Hemwelatiyên ku di malan an jî pansiyonan de namînin jî li ber Çemê Munzurê kon vedane. Hêjmara konan ji sedî zêdetir çêbûye û her yek li aliyekê hatiye vedan. Serê sibê ciwan xwezayê paqij dikin û wisa dest bi roja xwe dikin.
Xwarineke dest jê nabe:Patîle
Navenda bername û çalakiyên mîhrîcanê Qada Seyît Riza ye. Welatî li ber pêykera Seyît Riza wêne dikişînin. Li ser her riyên ku derdikeve meydanê dezgehên cur bi cur hatine danîn. Li dezgehan ji pirtûkan heya bi cil û bergan her tişt tê firotin. Di heman demê de amûrên ku li ser wan nexşên Dêrsimê hene û taybetiyên Dêrsîmê di nav xwe de temsîl dikin, zêdetir tên firotin. Li her kuçe û cihê çalakiyan jî patîle bi destê jinan tê çêkirin. Ji ber erzanbûn û xweşbûna patîleyan hemwelatî zêdetir patîleyan tercîh dikin.
Dêrsim weke bûkekê hatiye xemilandin
Li navenda meydanê jî ji bo azadiya Ocalan dezgeha îmzeyan hatiye danîn û rastî eleqeyeke mezin tê. Ji ber ku bi hezaran kes lê ne, kafe û ber Çemê Munzurê jî qet vala nabin. Kuçeyên Dêrsimê her çiqasî bi standan tijî bibe jî Dêrsim bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û alên kesk, sor û zer, weke bûkekê hatiye xemilandin. Hemû reng û dengê fraksiyonên çepkir jî li her cihê Dêrsimê tên dîtin.
Dengê defê her heye
Dengê muzîkê jî qet li kuçeyan kem nabe. Stranên ku herî zêde li wan tê guhdarkirin yên Awazê Çiya û stranên li ser rojava hatine çêkirin in. Ciwan ji bilî konseran heya derengiya şevê bi defên ku lê didin û bi stranên ku dibêjin govendê digerînin. Di heman demê de ji bilî govend gerandinê bi hev re li ser geşedanên dawîn ku li Cihanê û Kurdistanê diqewimin nêrînên xwe parve dikin. Ji ber ku di demeke nêz de hilbijartinên Serokomariyê hene li Dêrsimê jî ji bo namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş xebateke bi bandor tê meşandin. Li gelek cihan ji bo Demîrtaş belavok tên belavkirin û xebat tên meşandin. Bernameya îsal jî têr û tijî derbas dibe.
Konsera yekem a Abbasî û Koma Rastak
Di heman demê de li çend cihan panel, forûm û konser tên lidarxistin. Kursiyên gel tên avakirin û nêrînên welatiyan zêdetir tên bihîstin. Mijarên wek Rojava, Jin Koçberî û Çanda kurdan zêdetir tên nîqaşkirin. Bi dehan hunermendên kurd û tirk beşdarî konseran û bi dehan rewşenbîr, akademîsyen û rojnamevan ji bo mîhrîcanê hatin Dêrsimê. Di nav hunermendên mêvan de hin kes cara yekemîn tên Bakûrê Kurdistanê. Hunermend Yelda Abbasî û Koma Rastak ên rojhilatî ji van hunermendan in.
Çûnûhatinê rê asê kirin!
Ji ber germahiya nav rojê mêvan bi ava Çemê Munzûrê hênik dibin. Piraniya kesan di nav rojê de diçin Çavkaniyên avan ên Pulurê û di ava cemidî de avjeniyê dikin. Ji ber ku ji bo hin kesan çem pîroz e li ber kevirên çem mûm pêdixin. Li gorî efsaneyekê çem navê xwe ji zarokeke bi navê Munzur digire û piştre winda dibe. Ji bo vê jî mûmên ku pêdikevin ji bo şîna Munzur in. Di mîhrîcanê de zimanê ku tê axivîn jî balê dikişîne ser xwe. Zêdetir bi tirkî tê axivîn. Her çiqasî kal û pîrên Dêrsimê bi zaravaya kirmançkî biaxivin jî ciwan zêdetir zimanê tirkî tercîh dikin. Pirsgirêka herî mezin ya ku hemwelatî û mêvan dibînin jî meseleya çûnûhatina wesaîtan e. Ligel hin rê hatibin girtin jî têrê nake û li Dêrsimê ji bo wesaîtan otoparkeke berbiçav nîn e.
Di mîhrîcana îsal de surprîz jî hebûn. Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de rêxistina LGBTÎ bi pêşengiya Asmê Roştiya ya Dêrsimê meşa Nirxî hat lidar xistin. Bi sedan LGBTÎ beşdarî meşê bûn û bi deng û rengê xwe gotin "ew li vir in".
DERSIM