Tîpa I (i): Ji vê tîpê ra “şiva” (Shva) yan jî “dengdêra nawendî” (zentral Vokal, central vowel) tê gotin. Hin kesên din jî jêra “murmel Vokal, murmel vowel“ dibêjin. Di piraniya zimanan da (ji bilî kurmancî û turkî û çendikên din) ev tîp nayê nivîsandin. Sedemên nenivîsandina vê tîpê di wan zimanan da gelekin:

1 – Ji ber ku ev tîp pir kurte, ew nayê nivîsandin wek ku tinebe.

2 – Di zimanê Latînî da tîpek li hember vî dengî tineye.

Zanyarên zimanan helebete ji demeka ne kin da, haya wan ji vî dengî heye û gotine ku rewşa vî dengî bûye wek “ramana ser nêrdewanê”. Armanc ji vê gotinê ewe ku dema mirov diçe civînekê, gengeşiyê li ser hin tiştan dike û piştî ku civîn bi dawî dibe, li derketina ji civînê, li ser nêrdewanê ramanek tê bîra mirov û dibêje “aha” ev tişt ji bîra min çû bû.

Di pir zimanên silavî da ev deng (phonem) heye, lê ew nayê nivîsandin, tevî ku hin bêje bê dengdêr dimînin. Wek nimûne: 

A – Giravek di derya Adriyatîk da heye bi vî awayî tê nivîsandin: “Krk”. Li gor nivîsandina Kurmancî divêt bi awayê “Kirk” bê nivîsandin. 

B – Bêjeya “prst” ku di pir zimanên silavî da tê maneya „tilî“, di wan zimanan da bê dengdêr tê nivîsandin. Li gor nivîsandina kurmancî divêt bi awayê “Pirst” bê nivîsandin.

Di zimanê almanî da ev deng li dawiya pir bêjeyan tê bihîstin, lê belê Alman li cihê vî dengî dengdêra “e” dinivîsînin, tevî ku ew wê wek “i” bilêvdikin. Nimûne: Bêjeya “Tante”. Li gor nivîsandina kurmancî bi awayê « Tanti » tê gotin û her wisa bêjeyên wek (hatte, Renate, Inge, Liebe, ….).

Piraniya zimanên ewropayî vê tîpa « i » ku em behsa wê dikin ji bo dengê « î »-ya kurmancî bikar tînin. Yan jî wek zimanê înglîzî bi awayê « ay » bilêvdikin. Ji lew ra :  

A – Gava em peyvekê ji zimanekî ewropayî wergirin (wek nimûne peyvên « firma, info », em neçar dibin li gor nivîsandina kurmancî bi awayê « fîrma, înfo » binivîsînin. Yanê pergala peyvê ya bingehîn tê wendakirin. 

B – Dema kesekî biyanî peyvên zimanê me yên bi vê tîpê dibîne (wek nimûne : « Min pirtûk bir », ew dixwîne « Mîn pîrtûk bîr ». 

Bi gotineka din, ev tîpa « i » di piraniya ziman da ji bo dengê « î » hatiye hilbijartin. Xwezî ku di kurmancî da jî wisa hatiba hilbijartin. Mîr Celadet Bedirxan tîpên « ç », « ş » wek yên turkî hilbijartine. Turkan ji bo vî dengî ev îşaret « ı » hilbijartine. Yanê tîpeka wisa ye ku ne ji tîpên bingehîn yên alfabeya latînî ye. Helbet dengê « ı »-ya turkî, ne mîna dengê « i »-ya kurmancî ye. Xwezî mîrê me jî ji bo vî dengî îşareteka din hilbijartiba, wek  vê îşaretê « ɘ ». Gava em li lîsteya IPA (International Phonetics Alphabet) temaşe bikin, em dibînin ku ev îşareta “ɘ” bi temamî dengê “i”-ya kurmancî dide. Heger wisa kiriba, tîpa « i » wê ji bo « î » bihata danîn. Hîngê me yê pevên wek « kirîn, birin, kirin » bi awayê « kɘrin, bɘrɘn, kɘrɘn » binivîsandana. Helbet niha ev îşaret li ber çavên me wek biyanî û xerîb tê dîtin, lê bi demê ra ewê biba tiştekî suriştî.

Hin Kurdên ji bakurê Kurdistanê pêşniyaz kirine ku ev dendêra kurmancî « i » mîna ya turkî, yanê bê nixtik, bê nivîsandin û tîpa « î » jî mîna turkî bi nixtik bê nivîsandin. Di warê zanistî da ev pêşniyaz başe, lê belê, ji ber sedemên neteweyî-siyasî piraniya Kurdan mixabin nema vê pêşniyazê dipejirînin. Hinek jî dibêjin ku « i »-ya me ne wek ya turkî ye. Helbet ev yek jî raste. Di her zimanekî da bilêvkirina tîpan hinekê ji hev cuda ye.

Sedemeka din heye ku çima em ewqas gengeşîyê li ser vê tîpê dikin, ku ew jî aliyê ortografî ye. Kumikê tîpa « î » ji bejna wê pantire û wisa pergala nivîsê nexweş dibe. Lê belê sedema bingehîn ewe – wek ku me li jor jî got – divêt dengên bingehîn mîna tîpên bingehîn yên alfabeya latînî bin û dengên ne bingehîn bi hin îşaretên din bên çespandin.

Em dizanin ku êdî pir derenge û nema tê pejirandin ku alfabeya Mîr Celadet bê guhartin. Wî di destpêkê da tîpên « k » û « q » bi hev guhartibûn. Lê ew zû li vê yekê hay bû û piştî demeka kurt ev tişt sererast kir. 

Armanca me jî ne ewe ku em alfabeya Mîr Celadet biguhêrin. Lê me xwest em vê gengeşîyê bikin, ji ber ku hin bizavên guhartinê hebûn û wisa pêwîstîya vê mijarê bi hinek gengeşî heye.

Emê di xeleka dahatî da êdî dest bi gengeşîya li ser kîtan bikin.