Pirtûka “Xebatên Rewşenbîriya Kurdî li Bakur” awirek dide xebat, sazî û weşanên li ser Kurdî yên di sedsala 20’an de. Pirtûk ji alî Miraz Ronî ve hatiye hazirkirin û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî ev çap kiriye. Mîraz Ronî nexasim dêhna xwe daye serdemên 1970, 80 û heta salên 2000’î. Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Ew sê beş wiha ne; beşa yekemîn li ser mijarên wekî erdnîgariya Kurdî, zimanê Kurdî, tevger û saziyên Kurdî ne. Beşa duyem li ser rewşa xebatên rewşenbîrî û beşa sêyem jî li ser kovar û rojnameyan e.
STENBOL