Awirek li ser eşîrên Kurdan
Kovara “Kurt Tarîhî” ku sê mehan carekê derdikeve, di hejmara xwe ya nû de dosyaya li ser “Kurtlerde Aşiret” (Li nav Kurdan eşîrî) amade kiriye.
Kovara Kurt Tarîhî ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve sê mehan carekê tê derxistin, bi hejmara xwe ya 32’yan a Nîsan-Gulan-Hezîranê li pêşberî xwendevanan e. Kovara ku her hejmarê bi dosyayekê dadikeve, di vê hejmarê de bi meseleya “Li nav kurdan eşîrî” daketiye. Dosyaya ku edîtoriya wê Ercan Çaglayan kiriye, Ahmet Kerim Gultekin mijara “Eşîrî çi tîne ziman?” ketiye dûv wateya vê peyvê, şiklê rêveberiya wê. Yaşar Kaplan jî “Li cem Kurdan têkiliya bi xwînî, eşîr, bajar û netewe” ji gotara xwe re kiriye sernivîs.
Dosyayek berfireh li ser Birûkiyan
Edîtorê dosyayê di heman demê de bi nivîsa xwe rahiştiye mijara “Di raporên Necmeddin Sahir Silan de Eşîrên Zaza yên Çewlîgê (1939-1950)”. Ji nivîskaran Erdal Çiftçi bi ser mînaka eşîra Heyderan re têkiliya sîmbîyotîk a di navbera eşîr-dewletê de, Şeyhmus Bingol jî li ser “Mutasarrifê Mûşê Ahmed Macîd û Pêşniyaza Islahetê” nivîsiye. Nivîsa dawî ya di dosyayê de ya Ahmet Ozer e ku wî bi ser navê “Nêrîneke sosyolojîk li Eşîra Birûkan” nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Li gorî Ozer, “Birûkî” ji du mil û 12 qebîleyan pêk tên û ew pirranî li gundên navendî yên Wanê, li Bêgiriyê, Gurpinar, Payîzava, Qerqelî û Erdîşa Wanê, li Îdir, Qers, Agirî û Mazgîra Mûşê, her wiha li derveyî Tirkiyeyê jî li Îran, Azerbaycan, Nehciwan, Rûsya û Qazaxistanê dijîn.
Ji bilî dosyayê du nivîsên din di kovarê de cih girtine. Yek ji wan ya Murat Issi ya bi navê “Di serdema dewleta Osmanî de Rojnamegeriya Diyarbekirê (1869-1925)” û ya din jî ya Nurullah Alkaç a bi navê “Pirtûkên serdema klasîk a ‘Dîroka Kurdan’” e.
Kesên elaqeya wan ji bo vê hejmarê heye, dikarin hejmarê di ser malpera www.kurttarihidergisi.org bixwazin.
NAVENDA NÛÇEYAN