Xwesteka sînemahezên Kurdî bi cih bû. Ji dawiya vê sala me li pişt xwe hiştî ve malpereke xwerû Kurdî ya sînemayê, bi navê ‘AWIR’ vebû. Di malperê re de bi sedan kurtefîlm, belgefîlm û metraj-dirêj û vîdeo bi dublaj û bi binnivîsa Kurdî li pêşberî sînemahezên Kurdî ne. Her wiha Fîlmên Kurd yên ku heta niha nehatine weşandin jî di malperê de cihê xwe digirin. Amadekarên malpera Awir derbarê xebata xwe de li ser tora medyaya civakî daxuyaniyek weşandin û mebesta xwe ya bi vî karî eşkere kirin. 

Li dij bişaftinê helwesteke çandî 

Amadekarên malperê di daxuyaniya xwe de bal kişandine ser xetera li ser Kurdî û armanca xwe li hemberî bişaftinê jî wek helwesteke çandî û hunerî bi nav kirine û gotine: “Belkî li cîhanê civaka ku herî zêde medya civakî bi kar tîne Kurd in. Lê di medya civakî de cihê Kurdî qels û kêm e. Kurd bi zimanê biyanî hatine dorpêç kirin mixabin û malperên ku jê sûdê werdigerin pirraniya wan bi zimanên biyanî ne. Helbet zimanên biyanî ji bo me dewlemendiyek in û bivênevê ne, lê zimanê me jî ji bo me girîng e. Divê em zimanê xwe jî di jiyanê de bi kar bînin û lê xwedî derkevin. Ev xebat hinekî jî bi vê mabestê hatiye destpêkirin. Ev malper fêkiyê birîna zimanê me ye. Dîsa li hemberî bişaftinê jî helwesteke çandî û hunerî ye. Her çand bi zimanê xwe xweş e, her huner bi zimanê xwe û bêjeyên xwe watedar dibe. Me jî xwest em çand û hunera xwe bi zimanê xwe watedartir bikin û rêzimanekê ji bo sînemaya Kurd amade bikin. Em di vê baweriyê de ne ku ev malper valahiyeke sînemaya Kurd dadigire.”

Malpereke dewlemend e

Malper bi kedeke mezin û demdirêj hatiye amadekirin û vega bi navê www.awirek.com di înternetê de ye. Di malperê de fîlmên bi Kurdî yên ku heta niha nehatine weşandin, bi sedan kurtefîlm, belgefîlm û metraj-dirêj li pêşberî we ne. Her wiha malper valahiyeke sînemaya Kurdî jî dadigire ku ji bo jêrnivîsan jî Awir malpera yekemîn e ku fîlman bi jêrnivîsên Kurdî diweşîne. Kesên dixwazin dikarin li fîlman bi jêrnivîsên Kurdî temaşe bikin. 

Bibin alîkar 

Di daxuyaniyê de bangawazî li hemû sînemager, temaşevan, derhêner, senaryonûs, lîstikvan û kedkarê sînemayê tê kirin ku armanca malperê fêhm bikin û di tijekirina vê valahiyê de ew jî cihê xwe bigirin: “Malper xwerû bi Kurdî ye lê kêmasiyên wê hene. Kesên dixwazin wergerê bikin, dikarin bi malperê re têkiliyê deynin û wergeran ji malperê re bişînin. Ji bo ev kar bi hêsanî pêk were me di malperê de vebijêrkek jî amade kiriye. Bi riya vê vebijêrkê dê têkilî hêsantir be û werger jî bi leztir be. Ji ber ku wextê me tune ye. Karê sînemaya Kurdî yên dîtir li benda me ne. Em karê îro nehêlin ji bo sibê. Em ê li benda we û wergerên we bin. Dîsa divê neyê jibîrkirin ku Awir, beriya her tiştî malpereke hevpar e, dibe ku destpêk bi çend kesan destpê kiribe, lê ji îro şûnde her kesê/a bixwaze dikare çeperê awirê firehtir bike û ji bo awirê kedê bide.”

Lê xwedî derkevin

Ji bilî van jî di daxuyaniyê de daxwaza xwedîlêderketinê hatiye kirin: “Ji bo sînemaya Kurdî û rêzimana sînemayê bi pêş ve here, diviyabû xebateke bi vî rengî were destpêkirin.  Awir, ji bo sînemaya Kurdan pêngaveke bi wate ye. Awireke bi wate ye ev malper. Ji lewre jî pêwîst e hemû sînemahez li vê malperê xwedî derkevin û biparêzin. Hêvî û daxwaza me ji xwîner û temaşevanên me ev e.” 



NAVENDA NÛÇEYAN