Li gor baweriya misilmantiyê dema ku kurê Adem Qebîl bi hêsta hesûdiyê çû feqîrê Hebîlê kuşt, ev kuştin bû yekemîn kujertiya însanetiyê. Bi vî rengî cinyazeke însan jî yekem car li ber destê însanê mabû. Îja ceribandinek jî nînbû ku ka gava rih ji canê însan derkeve û însan bêrih bimîne, nikaribe bilive, rabe, rûne, bimeşe, hema wisa dirêjbûyî bimîne, însanên mayî ji bo ew însanê çi bikin? Ev yek nedihate zanîn... Dîsa li gor zanyariya misilmantiyê Xwedê ya jor wê çaxê qirikek şand. Ew qirik bi tiliyên xwe ve axê kola, Qebîl bi çavê xwe ve qirikê dît û ji wê îlham girt, bi vî hawî ew jî axê kola û birayê xwe veşart. Ev yek, yekemîn ceribandina kujertî û veşartina însan bixwe bû.

Di vî bûyerê de du zanîn pêş ket û di çanda mirovahî û civakan de heta roja îro hebûna xwe, nirxa xwe parast... Ji wan yek: “Kujertî, ji birakujiyê ve dest pê kiriye”, ev yek. Duyem zanîn; Xwedê ya jor ji bo kujertiyê tiliyê xwe ranekir, wek temaşeger li jor temaşe kir, lê li derve mayîna laşê însanê re wisa bêdeng nesekinî. Bi qirikê ve mînak da însan, agahî da însan, alîkariya însanê kir ku miriyê însan li der nemîne û “însan her çiqasî kujer be jî mirîye xwe veşêre”.

Ev nirx, ango nirxa veşartina miriyan, ne tenê di baweriya misilmantiyê de, çi zerdûştî, çi budhayî, çi mûsevî heta çi mesîhiyet be, di her çand û baweriyê de xwedî ciheke taybet û parastî ye. Rêzgirtina her miriyê, di her çand, bawerî û her civakê de pêmayiyeke pîroz û nirxeke qedîm e. Însanbûna însan, bi vê rêzgirtinê ve temam dibe. Ango ev yek, pîvaneke zemînî û esasî ye, rêzgirtina miriyan, mêzîna însanbûna însan bixwe ye. 

Ji şerên mezin, ango ji şerên şaristanî yên herî qedîm bigirin heta 1940’an şerê duyemîn a cihanê, hema hema em dikarin bêjin şerên herî têkel û tevlihevî jî di nav de, hemû şer û hemû rêberên ku ev şerana bi rêve dibirin, hişmendiya xwe ya rêzgirtina miriyan bi tu awayî wenda nekirîbûn. Çendîn mînak heye ku, di navbera dijminên herî bihêrs de qewimîne û dîsa jî ji bo rêzgirtina miriyan destanên wêjeyî hatine nivîsîn.

Lê îro meseleyeke din heye, îro rejîma dagirkeriya Tirkiyê, ji rêça dîroka însanetiyê şeqitiye, haya xwe ji xwe nîne. Her şer, bi şiklekî digihîje dawiyê. Şerê li Kurdistan jî her wisa... Lê, ji bo kuştiyên Kurd, her zarok be, jin be, mêr be, kal be, pîr be, ji bo mirîyen Kurd ku ew emel û kiryarên ku ji alî dagirkeriyê ve tê emelkirin, ev yek di dîroka însanetiyê de tu car nayê ji bîr kirin. Ev qirêjiyeke wisa reş e ku, ji alî kurê Ademê, Qebîlê kujer û mêrkuj ve jî nehatiye çêkirin.

Ji ber wê, îro rejîma Tirkiyê, ne tenê li himberî Kurdan sûcdar e, ew qirêjiyên ku li ser Kurdan tetbîq dike, bi van emelên xwe ve li himberî dîrok, li himberî hemû însanetî û hemû civakan sûcdar e. Ev sûc, bi tu awayî paqij jî nabe. Çi ku sûcên bi vî rengî ne mijara jibîrkirinê ye. Kurd ji bîr bikin jî ev yek di deftera dîrokê de tê nivîsîn. Dîrok dinivîse û di rojên bêyî de ev yek, wek reşahiyeke însanetiyê, di çavên mirovahiyê de wek sedemeke gewrîgirtî ya însanetiyê, wek sedemeke korbûna însanetiyê, dê cihê xwe ya “taybet” bigire.

Divê gelê Tirk, dijî van emelan bin û rabin ser pî. Çima? Çi ku emelên hanê ya qirêj û dijînsanetiyê, ne tenê ji bo Kurdan kotitiyek e, naxêr, ji her tiştî wêdetir, şerm û qirêjiyeke gelê Tirk bixwe ye.