
Di rêzefilmê de zayendparestiya civakî û ne wekhevî dû mijarên bingehîne û herdu mijar jî li ser herdû lîstîkvanên jin tên meşandin. Di rêzefilmê de Çîçek Pekdemîr rola Dîlber dilîze û pêywira wê ew e ku jinên ku di nav çar diwaran de heps bûne û ji rastiya dîroka xwe qetiyane derxe holê. Pekdemîr, der barê naveroka fîlm de diyar kir ku jina ku ji jiyanê tê dûrxistin ji hêla pergalê ve jî tê fetisandin û ji cewhera xwe tê qetandin. Paktemîr, da zanîn ku ev karakter di şexsa Dilber de tê nîşandan. Pakdemîr, anî ziman ku di film de Dîlber piştî demekê tekoşînê nasdike û hêdi hêdî xwe ji wê girtîbûnê xelas dike û dikeve nava civakê.
Hêza Rêzefîlmê 'Jiyana kolektîf e'
Rêzefîlm serê sibê zû dest bi xebata xwe dike û 15 xebatkara teknîkê tevî 18 lîstîkvan dikeve nav tevgerekere lez û bez. Hemu xebatkar û lîstîkvan di nav xwe nav rojê de û di jiyana rojanede jî bi Kurdî duaxifin. Dema amadekirina xwarinê de hemû ekîba rêzefîlmê bi hevre xwarina xwe amade dike û li ser sifrê derbarê rojevê de tê axaftin. Bi vê mînakê mirov fêm dike ku ev rêzefîlm xebateke kolektîf dimeşîne.
Di rêzefîlmê de gelên Rojhilata Navîn bi hevre çawa dijîn û parvekirina wan yê civakî çawa bû tê nîşandan. Gelê ermeniyan bi rola Cilfiroşê Berîtan Erdal Ayna û gelê ezîdiyan jî bi rola Şendal, Ozcan Aktaş dide jiyandin. Rola herî balkêş jî jinek ciwan û şoreşger Rûken e. Rukenê, Rewşen Çelîk dilîze û pêywira ew e ku li hemberî hemu êrîşa pergala qirêj berxwedaneke mezin nîşandane.
Jîro perwerdeya Kurdî dixwaze
Lîstikvanên zarok yên Ax û Jiyan'ê weke rêzefîlmên pergalê nakevin psîkolojiyeke giran û xerab. Sînan Dag a ku rola Jîro dilîze di navbera de dengbêj Abdulkerimê Şemo guhdar dike û diyar dike ku li rêzefîlmê di nav malbatê de Kurdî diaxive lê li dibistanê bi tirkî perwerde tê dayin. Dag, destnîşan kir ku pergal dixwaze li dibsitanê wan ji ziman û çanda wan dûr bixe û wiha got, "Ez dixwazim li dibistanê Kurdî perwerdehiyê bistînim." Dag derbarê rola xwe yê nav rêzefîlmê de jî agahî da û wiha axivî: "Di rêzefîlmê de ez bela xwe di 'Cebar' didim. Ji ber ku 'Cebar' yekî xerab û nerast e." Dag da zanîn ku di rêzefîlmê de rêhevaltiya "Delalê" dike.
Peyamên polîtîk rastiya jiyanê ne
Demsala berê di Ax û Jiyan de 'Xweseriya Demokratîk' hatibû îlankirin. Di vê demsalê de jî înşaya Xweseriya Demokratîk dê wek mijar were bikaranîn. Rêzefîlm ji bûyerên rojane derdikeve rê, lê ji rastiya dîrokê ji tu carî naqete. Di her beşa rêzefîlmê de dê mijareke xweseriye bê bikaranîn. Mijara Xweseriyê rêgesa "Aboriyê" nû koperatîfan were nîşandan û meclîsên gel jî dê weke mînakên edaletê were bikaranîn . Ax û Jiyan rastiya gelê xwe dide pêşberî gelê xwe. Derhênera rêzefîlmê Haşîm Aydemîr, diyar kir ku ew weke rêzefîlmên pergalê oryantalîst tevnegeriyane û got "Me berê kameraya xwe disa da ser xwe".
Ax û Jiyan sît-com a Kurda yekem e û destpêka Îlonê de di ekranên Roj Tv'ê de dertê pêşberî gel.
EVRÎM KEPENEK - DÎHA-AMED