Kêliyekê li pey beyaniyê, destê sibehê zû bû. Jiyan nû û bi hêvî ji xewa şevê rabûbû. Dema xwendina çivîk û bilbilan bû. Hîna roja pîroz tîna xwe bi tevahî nedabû Geliyê Tiyarê. Her çendî bêhna xubar û sotinê jî li wir serdest bû, rêbeyekê henik dikir ku bibêje; hîn hêvî heye! Dê tovê jiyanê têk neçe!
Bi dema taştê re bê navber fîştoqên panzeran, çêlikên bomba sîtilan, obûs, cûrbecûr bombe û roketan wek baraneke xwînîn, wek parçê meteroitan li cîhanê hatibû xezebê, wek maxma devê volkanan bê rawestan dibariya. Çawa ku birîna çiyayê Çilo bi nû ve derbûbe. Dengê gumîn, orîn û peqîna wan ji do ve li ser wan zinaran olan dida. Wek kemîneke bêbextiyê bi tevê we toz û dûmanê bûbû mij û morana zulmê, bi wê bêhna barût û şewatê ve li jiyanê hêwirîbû. Zimîn û zarîna erdê bû, ax dinaliya. Rondikên çilindarên jorîn wek aveke kelî xet bi xet berejêr dişeqitî. Erd ji qehiran terikî bû. Kêzik û bihuk, qumqumok û trûdên din parçe parçe!.. Pejên daran jikestî, agir bi rîçalên wan ketibû. Zinar jî hûr û pizûr, çawa ku dînamît dabin binî. Vê zarezara jiyanê, Geliyê Tiyarê anîbû hawarê.  Hey Hawar! Hey wax!
Her çendî vê rewşa li vê geliyê bingehê jiyanê agir bi dilê şêr û gernasên we axê jî xistibû, dîsa jî kom bi kom hev hemêzkiribûn, destên hev şidandibûn bi dilsoziya serkeftina azdiyê, bi merdiya jiyaneke nû. Wan giyanên herî bedew, ew gulên di vê deme nû vedanê de çilmisîn; xwestibûn ji bo demekê jî be, berê xwe bidin newal, gelî û çiyayên din ku bikanin hêviya pejna jiyanê li ser wê xakê razînin. Lê ezman mat, roj çilmisî bû. Dem rawestiyabû. Ji kurahiya erdê dengê nalîn û hawarê dihat. Bêhna bayê çikyabû, tu teyr û tûr ji tirsan li wê Geliyê Tiyarê nemabûn. Tenê hin kesexwiran li ser latên diharê gelî danûbûn. Ji dûr ve zûrîna guran bû.
Dijminên xiniz û zexel ê ku di tevahiya dîroka xwe de kujêr, bêbext û xwînrêj; li pey firsendên bi mij û moranan bû, di sîperê de dipa. Bi dek û dolaban dixebitî ku tevahiya şerm û rûreşiya mirovahiyê, ji tewanên xwe re têke hevpar. Bi wêrîna ji dîroka xwe ya xwînxwar dixwest ku gîyanên afrînerên rindiyê bisotînin. Wek vampîrên xwînmij ji rijandina xwînê têr nedibûn. Kesexwirên li Enqerê xwîn dixwestin, xwîn!...
Giyana berxwedanê û ya şehîdên li ezmanê welêt bi nalîna keserê, bi êşa dilê dayîkan, bi axînê dipirsîn: „Galo çima ew çirûskên jiyanê wek baz û başokan nefiryabûn neçûbûn, wisa dereng ketibûn? Ma wan wê xinizî û çavsoriya vê dijminê her heyiyên xweşik ji bîr kiribûn? Yan ketibûn xewa dijmin biçûk dîtinê? Dibe ku wan ji van bêbextên rîçalbêjî merdî hêvî kiribin? Na birano na! Mêze ewropî ji karên dek û dolaban ra dibêjin „getürkt“. Ango bawerî bi wan nabe. Hey hawar derdo!
Dema xatir ji Geliyê Tiyarê xwestibûn û kom bi kom berên xwe dabûn aliyên cûda ku bi rê bikevin, bi carê ve bêhnek ji bêhna sêv û hirmiyên rizyayî bi mijake ve ji ezmanên çîk sayî  daketibû xwarê. Wek bêbextiya vê dijminê xiniz xwe li qirikan pêçabû. Henase bê oksîjen, jiyan bê tewat, behnvedan li wir fetisîbû. Rondik miçiqî, hêviya jiyanê di binê bîra minafiqên kîmyevî de helyabû.
Ezman çawa ku li ber bahozekê ketibe, wenda bûbe û cîhan bê ban mabe! Şeva reş bi ehlê xwe ve li cîhanê hêwirîbe. Beden ji bo zirnixeke henasê diperpitî, êşê jî wek wê dijminê bêwijdan ew diguvaşt, firşik di dev re dipijiqî, Hawar û deng çikyayî!.. Goştê laş çawa ku li ber xişmê sûrava salpeterê ketibe, wisa dipizirî. Qidûm şikestî, fêrên çavan rijyabû. Ne nalînên heyî, ne axînên vê cihanê dinasî, ne şînên mirovahiya ketî dîtîye, têrî şirova vê karesetê dikir!..
Çawa ku dijminê hebûnê ev ne bes dîtibin. Lema bi gumîna dil peqandinê re agirê napalmê li tevahiya Geliyê Tiyarê hêwirîbû. Bi wê zûrîna dolên dêlegurê ve ew pûş û palaxa, ew can û giyan wek barûtê pêxistibû. Zimîn û nalîna erdê wek hawareke dilbizdandinê di nav wê mija mirinê de li ser hemû heyiyên gerdûnî re diteyîsî.
Sotineke wisa, çawa ku rojê, yan jî gerstêrkekê ev cihan daqulandibe. Ne dengê hawarê dihat bihîstin, ne jî kesek gihîştibû vê hawarê. Laş parçe parçe tev sotî û kizirî. Xwezayê ji xwe şerm kiribû, digot: „Min çima ev dijminê mirovahiyê yên rîçalbêjî afirandî.“ Cihanê ji vê mirovahiya şanoya sê meymûnan dilîze, şerm kiribû. Rêba rawestiyabû.
Sih û şeş şitlên nû pelvedabûn, sih û şeş kulîlkên nû bişkivî bûn, sih û şeş çivikên nû bi firê ketibûn, sih û şeş giyanên xwestibûn hêviyê li ser vê xakê bidin çandin, sih û şeş bazên xwestibûn şevşevokên li ezmanê welatê me biqewitînin, sih û şeş dilên xama yên li ber zewacê, sih û şeş ronahiyên kilên çavên dayîkan, sih û şeş findên xwestibûn reşahiya rûreşiya mirovahiyê biqewitînin, wek goriyên Helepçê navê Geliyê Tiyarê li dîrokê morkirin, di dilê me de şopên xwe hîştin û berê xwe dan nava karwanên şehîdan. Bi çûyîna wan re agir bi dilê dayîkên reben ketibû. „Wî bavo! Wî bavo!.. Digotin û dilorandin. Dengê lorîkên dayîkan  bi hogiriya ney û rebabê wek senfoniyekê şînê agir berdida giyanên dilinî.  Tu salox û venivisandin ji vê cinawiriyê re nemabû!