Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) der barê dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) de ku zêdeyî 4 mehane didome raporek weşand.
HRW’ê di raporê de bi hûrî qala rêgirtin û astengiyên rêveberiya Herêma Kurdistanê daniye pêşiya şêniyên Wargaha Mexmûrê dike. Di raporê de wiha tê gotin; “Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê di nîvê meha Tîrmeha sala 2019’an de bi awayekî herêmî ambargo daniye ser tevger û hatinûçûna panaberên Wargeha Mexmûrê ku Kurdê Tirkiyeyê ne.”
Li gorî raporê, koordînatorê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê ji bo parêzvaniya navdewletî Dindar Zebarî, roja 30’ê Cotmehê bersiv da pirsnameyek HRW’ê ya di derbarê rewşê de û diyar kiriye ku rayedarên hikûmetê ji ber” pirsgirêkên ewlehiyê “tevgerên rûniştvanên kampê ‘hinekî sînordar kirine.’
Di dawiya raporê de, tê gotin ku li gorî pîvanên navneteweyî pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê mafê azadiya nîştecihbûn, hatinûçûnê ji bo xelkê li herêmên di bin kontrola xwe de pêk bîne.
NAVENDA NÛÇEYAN