Serokatiya Daîreya Karên çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Rojên Filman a Axtamarayê ya di navbera 9 û 14’ê mijdarê de li dar dixe. Rojên filman bi dirûşma “Li Axtamarayê RojAVA dibe” tên lidarxistin û bi merasîma vekirinê festîvalê dest pê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çobanû gelek welatî beşdarî bernameya li Navenda Çandê ya Nûdayê bûn. Beriya bernameyê kesên di erdheja Wanê de ya di 9’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest dayî hatin bibîranîn. Piştre jî li belgefîlmeke li ser erdheja Wanê hate temaşekirin.
Miyazaki û Agirnasli hatin bibîranîn
Serokê DBP’ê ya Wanê Musa Îtah axaftina destpêkê kir û kesên di erhejên 23’ê cotmehê û 9’ê mijdara 2011’an de jiyana xwe jidestdayî bi bîr anîn. Îtah di axaftina xwe de Nejat Suphî Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ê li Rojava di encama êrîşên çeteyên ADIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî jî bi bîr anî û wiha peyivî: “Nejat Suphî Agirnasli dema erdhejê li cem gelê Wanê cihê xwe girt û êşên gelên wanê parve kiribûn. Dîsa bijîşkê enternasyonalîst ê Japon Miyazaki jî ji bo alîkariya gelê Wanê hatibû û di 9’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest dabû. Bi vê munasebetê ez Agirnasli û Miyazaki bi bîr tînim.”
Desthilatdarî ji hunerê ditirsin
Îtah diyar kir ku karê şaredariyan bi tenê çêkirina rêyan û anîna avê nîn e û xebatên çandî ji karê li pêş ên şaredariyan in. Îtah bilêv kir ku Rojên Fîlman ên Axtamarayê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê girîng in û malavahiya her kesî kir ku xwedî ked e di vê organîzasyonê de. Îtah bal kişand ser girîngiya huner û hunermendan jî û got, îqtîdar her tim ji huner û hunermendan ditirsin.
´Dengbêj´a Sumer hat pêşandan
Piştî axaftinan fîlm hatin pêşandan. Di bernameyê de ewil belgefîlma bi navê “Dengbêj” a ji aliyê derhêner Hadî Sumer ve hatiye kişandin hate pêşandan. Belgêfîlma ku dengbêjên li herêmê mijara wê ne, ji aliyê temaşevanan ve rastî elaqeyeke mezin hat. Di çarçoveya mîhrîcanê de li Navenda Çandê ya Nûda, taxên Suphan û Stasyonê jî fîlm û belgefîlm wê bên pêşandan.
DÎHA/WAN