'Dixwazin çavê meleyan bitirsînin'
Dayan, biryara dadgehê nîrxand û got dadgehê biryareke adîlane nedaye û ev biryar ji dadê ye. Dayan, bilêv kir ku gelê Kurd bi zimanê xwe tekoşîna hebûnê dide û ji ber ku tu maf naye dayîn ew jî daxwazên xwe bi çalakiyên sivîl tînin ziman. Dayan, diyar kir ku ev biryar ji bo çav tirsandina melayên Nemejên Sivîl yên Înê hatiye dayîn.
'Min ayet tercumê kir'
Dayan, da zanîn ku "Konê Çareseriya Demokratîk" di çarçoveya daxwazên aşitiyê de hatiye avakirin û wî jî wek mirovek olî veaz ji bo aşitiyê daye. Dayan, diyar kir ku veaza xwe de gotiye ji bo aştî bê û xwîn bê sekinandin bal kişandiye ser hevdîtinên dewlet yên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û girîngiya ola Îslamê dayi aştiyê bi ayetan mirovan re gotiye. Dayan, destnîşan kir ku wî dema ayet werger kir tu şîrove nekiriye û wiha axivî: "Min di veaza xwe de gel teşwîkê aşitiyê kir. Min hin beşên ayetên Hucurat û Nahl yên Kuranê werger kir û xwend. Min ji xwe tu tişt tevlî ayeta nekir. Piştî min ev vaaz da li wir tu rageşî û bûyer çenêbû."
Ayetên Hucurat û Nahl
Ayeta Hucuratê: "Ger ku 2 komên mumîn bi hevra şer bikin, bi lezgînî wan li hev bînin! Lê ger yek kom êrîşê koma di bike, heta fermana Xwedê bê li dijî milê êrîşkar şer bike. Ger wergerê bibe, bi dade navbera wan rast bikin û xwedî wicdanê bin. Ji ber ku Xwedê ji kesên xwedî dad hezdike."
Ayeta Nahlê : "Bila agahiya we hebi ku, Xwedê ji we re fermana dade, hewldanên baş û piştgiriyê bidin mirovan dide."
ÎSHAK DURSUN - DÎHA/ÎZMÎR