Cenazeyê parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê, ji ber ku dilê wî sekinî jiyana xwe ji dest da, ji bo veşartinê, dişînin Sêweregê. Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji ber ku dilê wî sekinî, jiyana xwe ji dest dabû. Merasîma destpêkê ya ji bo Ayhan doh saet 10’an li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê hat kirin. Cenaze piştre bi konvoyekê birin ber Deriyê Sînor ê Xabûrê. Saet 15’an jî bi pêşengiya HDP’ê cenaze bi rengekî girseyî hat pêşwazîkirin. Karwana cenaze di ser navçeyên Silopiya, Cizîr, Nisêbîn, Qoser û Wêranşarê bigihêje Sêweregê. Dema nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ku cenaze rîo saet 11:30’î ji nexweşxaneya Sêweregê bê wergirtin û bi merasîmeke girseyî li Goristana Nato ya li Sêweregê bê veşartin. HEWLÊR