Mîtîngê saet di 18:00´an de li ber gara trênana a navendî (HBF) destpê kir. Di mîtîngê de belavoka Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo girtiyên siyasî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêveberên ATÎK û NAV-DEM'ê ji ber nêrînên xwe yên siyasî hînê di girtîgehan de ne.

Rêveberên siyasî yên pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Mannheîmê bang li rêveberên Elman kirin û ji wan xwestin ku girtiyên li Elmanyayê tavilê serbest berdin. Ji bo betalkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di çalakiyê de pankart hat hilgirtin.

Çalakiya ji aliyê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin, bi gotina dirûşmên "Freîheît fur Ocalan", "Bijî Biratiya Gelan" bi dawî bû. 


 MANNHEIM