Şaredara Zurîchê, Corine Mauch xwest, di serî de Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê werin berdan.

Li bajarê Swîsreyê Zurichê, ji bo Gultan Kişanak danê êvarê çalakiya nobetê hate lidarxistin. Şaredara Zurichê, Corine Mauch, wekîlê Partiya Sosyal Demokrat (SP) ê Zurchê Marco Denoth, Serokê Koma Partiya Keskan, Markûs Kunz, Serokê Koma Anternatîf Lîste (AL) Andreas Kirstein, Koordînatorê Pira Biratiya Zurich-Amedê Urs Sekinger, parlamenterên Meclîsa Zurichê, nûnerên Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, Medico International-Swîsre, Solifonds û bi dehan kes tevlî çalakiyê bûn.

Şaredara Zurichê, Mauch li meydana çalakiyê xwest, di serî de Gultan Kişanak hemû girtiyên siyasî werin berdan. Mauch got, “Beriya niha bi 2 salan me Hevşaredar Kişanak û Firat Anli li Şaredariya Zurichê kirin mêvan. Di dema vê serdanê de, danheviya entelektûel, wêrekî û dilsoziya bi demokrasiyê ya Birêz Kişanak gelekî bandor li min kiribû. Mixabin demeke kin piştî vê serdanê, Kişanak û Anli û gelek Nûnerên qanûnî yên çepgir, demokratîk ên gelê Kurd hatin girtin. Tiştên ku pê tên sûcdarkirin dûrî ji aqilan e.”

Çalakiyeke daimî

Di dewama axaftina xwe de Mauch destnîşan kir ku ji bo berdana Kişanak çi ji destê wê were ew ê bike û got, “Dewleta hiqûqê, demokrasî, îradeya azad û mafê xwerêvebirinê ku hempîşeya min Birêz Kişanak wan diparêze, di heman demê de nirxên min in, têkoşîna min e. Hêvîdar im hevala min Kişanak wê azad bibe û weke Şaredara Bajarê Mezin a Amedê em ê li Amedê hev bibînin. Daxwaza min zelal e; azadî ji hevala min Gultan re! Ji ber vê têkoşîna xwe ya bi rûmet, ez jê re serketinê dixwazim.”

Siyasetvanên ku piştî Mauch axivîn jî diyar kirin ku ew pêvajoya hiqûqê ya li dijî hilbijartiyên dîl girtî, ji nêz ve dişopînin û gotin, heta ku pêşengên gelê Kurd ên dîl girtî werin berdan, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Qisekeran her wiha da zanîn ku her Çarşema destpêkê ya her mehê, ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê nobetê bigirin.

 

ANF/ZURICH