
Di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de tîmên taybet ên QSD`ê yên rizgarkirina sivîlan bi dehan sivîlên din rizgar kirin.
Malbatên ku piştî 4 mehan di dorpêça çeteyên DAIŞ`ê de mabûn, ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin. Yek ji wan malbatan jî malbata Necah El-Hemîd bû. Dayîka Necah tevî zarok û hevjînê xwe asê mabû. Êdî ew cilên reş ku ew difetisandin parçe kir û bi rondikên kêfxweşiyê şervan hembez kirin.
Dayîka Necah got, “Em bi hedarî li benda şervanên QSD`ê bûn ku me rizgar bikin”.
Bi her halî di şerê pêr de ekîbên QSD’ê yên rizgarkirina sivîlan, 49 sivîlên din jî ji destên çeteyan rizgar kirin.
14 çete hatin kuştin
Di şerên li navenda Reqayê de doh herî kêm 14 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi şerê li dijî çeteyan dewam dike. Pêr bi şev li derdora nexweşxaneya Wetenî, Stada Futbolê û çerxerêya Neîm di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû dan. Şervanan li van deveran derbên giran li çeteyan dan. Di şer de 14 çete hatin kuştin. Her wiha di encama berxwedaneke mezin de 2 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.
REQA