TEV-DEM: DYE dikare ji Sûriyê derkeve. Jixwe, biryara vekişînê hatiye dayîn. Hêza me heye, em ê axa xwe biparîzin. Berdêlên wê giran bin jî, jiyana azad wê bi ser keve.
Hevserokatiya TEV-DEM’ê li ser gefên dewleta Tirk a dagirker û daxuyaniya Serokê Emerîkayê Donald Trump ku diyar kiribû, ew ê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin, daxuyaniyek da. TEV-DEM’ê diyar kir ku herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de cihê aştî û aramiyê ne û got, “Gelê Kurd, Ereb, Suryan û hemû gelên Bakurê Sûriyê bi berdêlên mezin sîstemeke demokratîk ku armanca wê azadî ye, ava kirin. Hîna di rojên destpêkê de çeteyên dijî mirovahiyê, El–Nusra, “Artêşa Azad”, DAIŞ û hevkarên wan, dewleta Tirk dijminahiya vê sîstema demokratîk kirin û êriş pêk anîn. Hêzên demokrat, tekoşîneke mezin kirin li hemberî van hêzên ku êrişî tevahiya cihanê dikirin û komkujî pêk dianîn û ew ber bi tinebûnê ve birin.”
DYE cesareta êrişkirinê dide
TEV-DEM’ê bal kişand ser gefên Serokomarê Tirk û wiha dewam kir: “Her ku bibinketina DAIŞ’ê nêzîk dibû, dewleta Tirk êrişên xwe yên li hemberî Bakurê Sûriyê zêdetir dikir. Di van rojan de ku DAIŞ ber bi tinebûnê ve diçû, Tirkiyê diyar kir ku ew ê êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Balkêş e ku ev daxuyanî piştî daxuyaniya rayedarên payebilind ê DYE’ê ku digotin ‘em ê Tirkiyê li dijî êrişan biparêzin’, hat dayîn. Bi taybetî jî piştî ku rayedarên DYE’yê ji Tirkiyê hatin Bakurê Sûriyê, dayîna vê daxuyaniyê diyar dike ku DYE’yê li dijî êrişên Tirkiyeyê ti nerazîbûn nîşan nedaye. Tê dîtin ku Tirkiye cesareta êrişkirinê ji helwêsta DYE’yê digire.”
Bê gengî ne exlaqî û wijdanî ye
TEV-DEM’ê di dewamê de got, “DYE dikare ji Sûriyê derkeve. Jixwe biryara vekişînê hatiye dayên. Di demeke wiha de ku hîna tekoşîna li dijî DAIŞ’ê dewam dike, dengdernexistina hêzên ku li dijî DAIŞ’ê koalisyon ava kirine, ne bi exlaqê siyasî û ne jî wijdanî ye. Tirkiye demeke dirêje hevkariya DAIŞ’ê dike û êrişa wê li ser hêzên ku tekoşînê li dijî DAIŞ’ê didin di çarçoveya hinek berjewendiyan de ye. Bêguman ev hişmendiya polîtîk a ku nirxên mirovahî û exlaq ji holê radike, wê ji aliyê mirovahî û dîrokê ve were darizandin. Jixwe ji niha ve di serî de gelên Bakurê Sûriyê, hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên cihanê vê biryara siyasî ya ku li dijî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye, xistine ber lêpirsînê.”
TEV-DEM’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev êriş li ser bingehê dijminantiya demokrasî û Kurdan ji bo hilweşandina pergala demokratîk a li Bakurê Sûriyê ava bûye. Di vê çarçoveyê de Ereb, Kurd, Suryanî û hemû gelên Sûriyê ku zêdetirî deh hezaran zarokên xwe şehîd dane, wê xwe bispêrin hêza civaka demokratîk a rêxistinkirî û li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin. Berdelên wê giran bin jî dema berxwedan hebe, wê jiyana bi rûmet û azad teqez bi ser keve. Li ser vî bingehî em bang dikin ku hemû gelên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin, Sûriya Demokratîk, Bakurê Sûriya Xweser û Azad ava bikin û biparêzin.”
NAVENDA NÛÇEYAN