Peyvên azadî û bindestiyê (girtîbûnê) ne ji wan têgehan in ku be awayên besît werin nirxandin û manedarkirin. Mekan diyar e ku ji bivênevê ya peyva azadiyê ye. Ango mekanekî azadiyê û dijbera wê bindestiyê heye. Ji bilî mekan, elaqeya peyvê bi desthilatdariyê re û avakirina "kirdeyên" civakî re jî heye. Ango dema desthilatdariyeke elaqedarî sazûmaniyan (weke dewlet) hêza xwe îcra dike li ser ferd û civakan, jê re ferd û komên weke kirde amade ne ku navgînên wê yên hêza disîplîneke qebûl bikin. Ango ji kargeh, fabrîka, dibistan, zanîngeh, saziyên ragihandinê û sazî û dezgehên weke girtîgehan bi kêra heman tiştî tên: sînordarkirin û avakirina kirdeyên civakî.
Heke em vê wisa qebûl bikin, naxwe girtîgeh jî weke yekî ji van mekanan lê ye. Mekanekî yekê ji wan saziyan e ku pê hêza disîplîneker lê tê tetbîqkirin. Em li mefhûma mekan û têkiliya wê ya bi azadiyê re vegerin. Mirov li mekanekî "azad" e yan jî girti ye. Lê em binihêrin ka li her mekanê bi giştî weke mekanê azadiyê tê zanîn mirov ji mekanên lê girtî azadtir e yan na. Weke mînak, em di girtîgehê de çiqasî bêhtir dûçar dibin li kirinên zorê li tevger û biryarên me û heta fikra me dikin. Ji bilî asêmana li mekanekî teng û ferzên têkiliyên civakî teng dikin, girtîgeh bi giştî weke sazî û dezgehên mayî yên desthilatdariyeke diyar li kar e û tesîrên wê diyar e, dikarin ji wan ên mayî dijwartir û hişktir bin. Lê tesîra vî mekanî bi temamî girêdayî wan kirdeyan e ku dûçarî şert û mercên wê dibin. Ango heke kirdeyek xwe bi van şert û mercan dîl, girtî û wd. his dike û wisa tevdigere hingê ev mekan vediguhere mekanekî wisa ku desthilatdarî lê dikare kirdeyên (li gorî dilê) xwe biafirîne.
Heke mekanên li derveyî girtîgehê jî weke sazî û dezgeh bi heman funksiyonan gurçûpêç in û armanca wan jî heman tişt e, hingê mirov dikare bibêje ev elaqeya mekan bi têgeha azadiyê re îzafî ye û ne mutleq e.
Hêvîdar im ev destpêka kurt karibe destûrê bide fêmkirina van çend gotinên min ên li jêr li ser qedexeyên derketina derve yên dewleta Tirk. Mirov çawa bi mekanên saziyên disîplîneker karibe mekanên ku azadiyê hem bi mekan û hem bi hizr sînordar dikin ava bike, dikare bi heman rengî mekanên alternatîf ên guherên bêber ji bo azadiyê biafirîne. Ango mirov berê xwe bide navçeyên Kurdistanê, ya ku mirov dibîne mekanên di warê eskerî de dor li wan girtî û dûçarî zor û şideta sîstematîk a navendeke desthilatdariyê hene, lê kirdeyên civakî û siyasî hem weke ferd û hem weke kom li van mekanan dikarin bi wî rengî tevbigerin û bihizirin ku bi awayekî eşkere îzafî azadtir in. Ez vê îzafiyetê helbet ne bi awayekî giştî îfade dikim lê li ber rewşa beriya wê û li ber rewşa mekanên li derveyî digirim. Di rewşa beriya wê de hêza dewletê li gorî dilê xwe û bi rengê dilê wê dixwest dikarîbû dest werde her aliyê jiyana insanî ya li van mekanan, lê niha ev hatiye sînordarkirin, pê re jî tesîra wê ya li ser civakê û ferdan bi rêya dezgeh û saziyên wê sînordarkirî ye niha.
Dema em li ber mekanên din bigirin, ma gelo em bi hêsanî nikarin bibêjin ku mirov û komên li van mekanan azadtir in ji wan mirov û komên li mekanên weke mînak rojavayê Tirkiyeyê, ku bêdeng in li hember zor û şideta dewleta Tirk a bi awayekî eyan neheq.
Kurtefilma Yakup Tekintangaç behsa zarokekî dike ku dema dayika wî diçe kar wî li hundirê malê de kilît dike û wisa diçe. Di nava wê malê de ji Azad tê ku li gorî mekanên derve mekanekî azadtir biafirîne. Di nava wî mekanê asê û sînordarkirî de yekane têkiliya wî ya civakî dayika wî ya êvaran tê mal e. Dayika wî jî ji bilî asêkirina Azadî li malê, tevgerên wî jî dixwaze asteng bike, weke mînak bi qedexekirina xistina li Erbanê bi hênceta ku wê derdor pê bihise. Lê Azad roja xwe li hundirê mala xwe bi xwe ava dike, bi xwe di hundirê odeya xwe de bajarekî bi reng, û kaxetan diafirîne, bajarekî ku wê li derve belkî nehişta ku ew ewqasî azad be.
Bi ya min her kesê ku gotineke neçê ji bo xweseriyê û berxwedana li navçeyên bakurê Kurdistanê bibêje, bila pêşî bi awayekî dilsoz li "azadiyê" bihizire, bersiveke ji dil bide pirsên "kî, li ku azad e". Belkî hingê zanibe li pişta bendan mekanekî azadiyê heye ku bêyî bendan zehmet e xwe biparêze.