
Piştî Komara Xweser a Adigeyê û paytexta Moskowayê, civîna ji bo Ocalan vê carê li bajarê Tambovê hate lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê (TJK-Rûsya) Kurdistanî di civîna “Her tişt ji bo Rêber Apo” de li hev civiyan.
Serokê Kongreya Kurdên Êzîdî yên li Rûsyayê û Nûnerê KNK’ê yê Rûsyayê Cemal Şamoyan û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan li vê civînê axivîn.
Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan bi silavkirina civaka Êzîdî, jin û ciwanên Kurd dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser pêvajoya hesas a li Bakurê Kurdistanê. Dîlek Ocalan da xuyakirin, zilmeke giran li Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û tecrîda giran a li ser Ocalan bibîr xist. Dîlek Ocalan got, “Birêz Ocalan weke vîna gelê Kurd li ber hemû êrîşan rabû. Ji bo welatekî azad û gelekî azade jiya. Jiyan bi vî rengî pênase kir.”
Heta ku sînorên ji holê rakin
Dîlek Ocalan got, “Eger em dixwazin ji nava tarîtiyê rizgar bibin û xwe bigihînin ronahiyê, divê em hê bêhtir têbikoşin. Heta ku em sînorên di nava Kurdan de hatine danîn ji holê ranekin, em ê azad nebin. Em ê nehêlin komkujiyên nû yên mîna Dersîm, Geliyê Zîlan, Agirî, Şengalê rû bidin. Em ê bibin yek û faşîzmê têk bibin.”
Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e û got, “Em bi têkoşîna xwe dikarin vê bi ser bixînin. Ti zilm heta bi hetayê dewam nake. Rojên ku em ê zilma AKP’ê têk bibin, nêz e.”
‘Em spasdarê Rêber Apo û gerîla ne’
Serokê Kongreya Kurdên Êzîdî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan piştre mafê axaftinê kir, rêveberiya xweser a Rojava silav kir û damezrînerên Komara Mahabadê Qazî Mihemmed û hevalên wî bibîr anî.
Şanoyan nerazîbûn nîşanî wan kesan da ku hewl didin civaka Êzîdî û PKK’ê ji hev cuda nîşan bidin û destnîşan kir, ku civaka Êzîdî êdî zane ye û nakeve xefikên serdestan û dijminê Kurdan.
Statuya Kurdan nas bike
Şamoyan bal kişand ser xebatên PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd li Şengalê ji bo civaka Êzîdî kir û gerîlayên ku ji bo parastina civaka Êzîdî li Şengalê canê xwe feda kirin, bibîr anî. Şanoyan got, “Ez van şehîdên me û gerîlayên li serê çiyê bi rêzdarî bibîr tînim.”
Di dawiya axaftina xwe de Şamoyan bang li Federasyona Rûsyayê kir, ku têkoşîna mafdar a Kurdan û statuya wan nas bike.”
ANF / TAMBOV