Bi armanca bilindkirina asta zanebûn û hişmendiya jinan di hemû qadên jiyanê de û ji bo ku jin karibe li hemberî rewşa ku li ser wê hatiye ferzkirin têbikoşin, Akademiya Star a Fikir û Ramanê ya bi navê “Şîlan Kobanê” di 4'ê Nîsana 2013’an de li Herêma Kobanê hate avakirin. Her wiha ji ber ku asta azadbûna civakê bi asta azadbûna jinan ve girêdayî ye.
Bê navber xebatên perwerdeyê
Akademiya Star a Şîlan Kobanê di nava salekê de 9 dewre bi dawî kirin. Ji van 7 dewre girtî û 2 jî vekirî bûn. Di van dewreyên ku bi gelemperî 15 rojan dom dikirin de nêzî 15 heta 20 jinên endamên hemû sazî û rêxistinên civakî beşdar bubûn.
Di van dewreyên perwerdeyê de ji bo jin karibin xwe û civaka xwe pêş bixin û li gorî pêşketinên cîhanî tevbigerin waneyên (Dîroka Jinan, Dîroka Kurdistanê, Felsefe û Exlaq, Civaka xwezayî , Civaka Cinsiyetî, parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan) di dewreyan de hatin dayîn.
Waneyên ramiyarî yên Akademiya jî bi armanca ku vîna jinan ji bo naskirina rastiya xwe ya xwezayî bi hêz bike, bûn. Ji ber ku jinên birêxistinkirî maf û erkên xwe nas kirine, gelek erk û berpirsyarî dikevin ser milên wan û bi taybet piştî ketina wan a nava qadên siyasî, çandî, leşkerî, avakirina rêxistin, saziyên jinan.
KOBANÊ