Li bajarên Elmanyayê Berlîn û Bonnê, li bajarê Holandayê Amsterdam, li paytexta Yewnanîstanê Atînayê, li payexta Swêdê Stockholmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin û tecrîdkirina wê hat şermezarkirin. 

Kurdên li paytexta Elmanya Berlînê bi armanca rakirina tecrîda li dijî Ocalan dawiya hefteyê li meydanan bûn.

Meş ji aliyê NAV-DEM Berlînê ve hat organîzekirin û bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya DESTDAN hate lidarxistin. Di meşê de komkujiya ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê kir jî hate şermezarkirin. Komek ji Kurdistaniyên ji Rojhilat jî tevlî meşê bûn.


Felsefeya Ocalan bi gelê Kurd re ye

Kurdistaniyên li Bonnê jî bi heman armancê mîtîng û meşeke ‘Azadî ji Ocalan’ re li dar xistin û tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin. 

Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) ên li Koln, Bonn û Dusseldorfê çalakî organîze kirin û Kurdistanî û dostên wan ên li van bajaran beşdar bûn. Meşê ji Mulheimer Platzê dest pê kir û bi qasî saetekê dewam kir. Kurdistanî piştî meşa saetekê vegeriyan cihê jê dest pê kirî û li vir mîtîngek pêk anîn.

Hevserokê PYD’ê yê Bonnê Saleh Çawiş li vir peyivî û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve li Îmraliyê be jî, felsefeya wî li derve ye û li her warê jiyanê bi gelê Kurd re ye.


 Girtiyên siyasî divê azad bin

Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê li meydana Syntagma kom bûn û bi armanca azadî ji Ocalan re dezgeh danîn û belavok belav kirin. Girseya gel ber êvarê dest bi meşê kir. Qisekeran daxwaza azadiya Ocalan kir. Meclîsa Gel a Lavrionê jî meşek li dar xist. Meşê ji kampa Lavrionê dest pê kir û heta navenda bajêr dewam kir. Di meşê de daxuyaniyek hate dayîn û tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin.

Ji bo azadiya Ocalan li paytexta Holanda Amsterdamê jî meşek hat lidarxistin. Bi qasî 300 Kurdistanî û kesayetên sosyalîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî hate kirin. Çalakî bi mîtînga li Museumpleinê qediya. 


Li erdê û li ezmên doza azadiya Ocalan

Kurdistaniyan dawiya hefteyê li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyeke balkêş ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li dar xist. Dema ku bi sedan Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan meşiyan, li ezmanên Stockholmê, pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” ya bi zimanê Îngilîzî hat gerandin. Çalakger li Parka Hemlegarden a li navenda Stockholmê civiyan û pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re”, alên mezin ên PKK’ê û posterên Ocalan hilgirtin. Çalakger ji vê derê heta meydana Odenplanê meşiyan.

Di dema meşê de pankarta bi nivîsa “Freedom for Ocalan, NCDK” li pişt balafirekê hate girêdan û bi qasî 2 saetan li ezmanê Stockholmê hate gerandin.


 NAVENDA NÛÇEYAN