Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Gulanê de li Herêma Kurdistana Federal destpê kir, roj bi roj mezin dibe. Di nava mehekê de bi sedhezaran kesan mora xwe avêtin binê kampanyayê û herî dawî Nûneriya Soran a Partiya Demokrat û Sosyalîst a Kurdistanê jî beşdar bû. Serokê Herêma Soran a Partiyê Enver Hesen Mele li gel gelek xebatkarên partiyê mora xwe avêtin binê kampanyayê.

Enver Hesen Mele sedema tevlêbûna xwe ya li nava kampanyayê bi vî rengî anî ziman: “Tevahiya gelê Kurd alîgirê aştiyê ye. Ji ber vê yekê jî tevahiya gelê Kurd azadiya birêz Ocalan dixwaze. Ji ber ku ew lîderekî Kurd e, lewma divê serbest were berdan.”
Enver Hasan li gelê Kurd jî ev bang kir; “Banga min ji tevahiya gelê Kurd ew e ku herkes beşdarî kampanya ji bo azadiya Ocalan bibin.”

Li Efrînê kampanya dest pê kir

Ji aliyê din ve Komîteya “Parastina azadiya Rêber Apo”  li meydana Şehîdan a bajarê Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi berhevkirina îmzeyan kir.
Di çarçoveya berhevkirina îmzeyan li seranserî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê Kampaniya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li herêma Efrînê bi armanca berhevkirina 400 heza îmze destpê kir.
Li meydana Şehîdan a bajarê Efrînê bi daxuyaniyekê destpê kir. Endamê Komîteya “Parastina azadiya Rêber Apo” Xelîl Xelîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniya ji bo îmzeyan hate diyar kirin: “Ji bo herikandina xwînê raweste û wêrankirina bi serê Kurdan de hatiye neyê dubarekirin û ji bo hêstirên dayîkan rawestin divê doza Kurdan were çareserkirin û ji bo çareserkirina dozê pêdivî bi kesayetin rêber heye ji bo pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareserbike.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Bê guman Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji 100 kesên bi bandor di cîhanê de ye û bi pirojeya xwe ya aştiyane û demokrasî bandor li tevahî cîhanê kiriye û ji bo biserketina pirojeya aştiyane û demokrasiyê divê serbest were berdan.”
Piştî daxuyanî hate xwendin bi dehan ji welatiyên bajarê Efrînê îmzeyên xwe avêtin. Her wiha pir kesan ji wan bi xwîna xwe îmze kirin. Welatiya bi navê Hemîde Mihemed derbarê berhevkirina îmzeyan wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nûnertiya tevahî civakê dike û ji kesayetên ku fikir û ramanê wî bandor li seranserî cîhanê kiriye û em hatine vir ji bo em dengên xwe bidin ji bo azadiya Rêberê Kurd.” 

DIYANA/EFRÎN




Li Viyanayê 600 îmze

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya li binê kom dewam dike. Endamên TEV-ÇAND’ê yên Viyanayê çalakî dewiri girtin û 600 îmze kom kirin.
Çalakiya bi kon a ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a bajarê Viyanayê her hefte li cihekî bajêr tê meşandin, doh ji aliyê endamên tevgera çadnê TEV-ÇAND ve dewir hat girtin.
Konê li qada 1. Viyana Schwedenplatz’ê hat vedan, li pêwendiyeke mezin a şêniyên derdorê hat hat. Endamên TEV-ÇAND’ê ji bo balê bikşînin ser şert û mercên jiyanê û têkoşînê yên Ocalan, bi zimanê Elmanî belavok belav kirin.
Li dezgeha hat vekirin jî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 600 îmze hatin berhevkirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.