Bi hezaran welatiyên Kantona Hesekê û Kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdkirina wî daketin meydanan û dirûşmên  “Bê serok jiyan nabe” gotin. 

Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan Tevgera Civaka Demoktatîk TEV-DEM’ê bi dirûşma  ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran welatiyên Kantona Qamişlo û Kantona Cizîrê beşdarî meşê bûn.
Meşa girseyî ji qada Şehîdên Navneteweyî dest pê kir. Di meşê de dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Bijî serok APO” hatin gotin. Meşvan bi coş ber bi Meydana 19’ê Tîrmehê ve meşiyan. Li meydanê ji bo berxwedêrên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dayî rêz hat girtin. Li ser navê TEV-DEM’ê Hêva Erebo li vir axivî û doza azadiya Ocalan kir. 


Ji bo azadiya rêberê xwe

Cîgira Hevşaredarên Qamişloyê, Mûna Farûq jî got, “Dengê me û dengê rêberê me gihiştiyê tevahiya cîhanê, em bi sed hezaran îro rabûne ser piyan û ji bo azadiya rêberê xwe bang dikin. Ev gelê ku fikr û felsefeya Rêber APO fêhm kiriye, êdî nema disekine. Ew ê li ber xwe bide û ji bo azadiya rêberê xwe li ser piyan be.”

Endama Meclîsa Qanûnsaz a navçeya Til Temirê, Hayistan Xelef jî tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan şermezar kir û got, “Dijminê me digot, heger serokê gelê Kurd di girtîgehê de bimîne, wê gelê Kurd jî tine bibe. Lê em gelê Kurd bi milyonan îro ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piyan in. Rêberê me di raman û dilê me de dijî. Ne tenê pêkhateya Kurd, lê belê pêkhateyên Ereb û Suryanî jî tevlî vê meşê bûn û doza azadiya Rêber Apo kirin. Armanca me ji vê meşê ew e ku dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê û tecrîda girankirî bi dawî bibe.” Meş bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ bi dawî bû.  


 QAMIŞLO