MACID CELÛD/ANHA/ HESEKÊ
Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hemleya “Bagera Cizîrê” ji bo rizgarkirina gundewarê Dêr a Zorê dest pê kir, şervanên QSD’ê gelek welatiyên sivîl ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Di nava kesên hatine rizgarkirin de du zarokên Êzîdî jî hebûn ku Amêr Cebrî Berekat ê 14 salî yê ji gundê Herdan û Zahid Suhêl Hesen ê 13 salî yê ji gundê Koçer ên girêdayî qezaya Şengalê ne.
Amêr Berekat serpêhatiya xwe ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê re vegot û diyar kir ku ev 3 salan di nava destê DAIŞ’ê de dîl maye.
Berekat behsa revandina xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve kir û got: “Di 13’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê gundê me dagir kir û hejmareke mezin ji jin û zarokan revandin. Ez û hevalê xwe Zahid Suhêl di nava kesên hatine revandin de bûn. Çeteyan em hemû veguhestin bajarê Mûsilê û li vir zarok ji jinan veqetandin. Paşê jî em veguhestin baregehên bi navê Eşbal El-Xîlafê. Li vir jî çeteyan perwerdeyên leşkerî û kemberên teqemenî ji zarokan re dan destpêkirin.”
Amêr dest nîşan kir ku ew salekê li Mûsilê mane û ew li ser destên çeteyê bi navê Ebû Felah El-Cizrawî yê ji Siûdiyê dihatin perwerdekirin û wiha pê de çû: “Ebû Felah bi ku derê de diçû em bi xwe re dibirin, bi taybet eniyên şer, da ku me perwerdeyî şer û çekan bike. Felah her em dibirin, deverên ku çeteyan tê de mirov dişewitandin û serjêdikirin û jin recim dikirin da ku terorê di serê me de biçînin û me neçarî fermanên xwe bikin.”
Li gelek bajaran gerandine
Amêr di derbarê trajediya ku sê salan de got: “Çeteyan em li bajarên Sûriyeyê û eniyên şer digerandin, em birin Dîmeşqê, Heleb, Reqa, Humis û Dêra Zorê da ku ji me re diyar bikin ku ew li her deverekê hene.”
Pêşî bawer nakin
Amêr di derbarê hestên xwe yên dema ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye de got: “Ji ber kêfxweşiya me ya zêde me bawer nekir ku em ji DAIŞ’ê rizgar bûne. Piştî ku em gihîştin şervanên QSD’ê me ji hevdu re got, xewna me bi cih hat û êdî roja em bi malbata xwe re bicivin nêzîk bûye.”
Herdu zarok di 21’ê Îlonê de gihîştin şervanên QSD’ê û şervanan jî herdu zarok radestî Meclîsa Mala Êzîdiyan a Şengalê kirin. Meclîsê jî herdu zarok radestî malbatên wan kirin.