Şêniyên herêma Dêrikê û koçberên kampa Newroz, komploya 9`ê Cotmehê bi dirûşmeya “Komploya navdewletî nikare îradeya me bişkîne û azadiya Rêber Apo azadiya me ye” şermezar kirin.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo daketin kolanan û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kir.



Girseya gel ber bi Qada Azadî ya bajarê Dêrikê ve meşiya. Di meşê de Rêveberê PYD`ê yê herêma Dêrikê Teliet Yûnis axivî û komploya navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir. Her wiha Yûnis di nava gotinên xwe de anî ziman ku komploya navdewletî dixwest îradeya gelê Kurd bişkîne û got, “Komploya navdewletî têk çû û îradeya gel bi ser ket”.

Şêniyên kampa Newroz jî komploya navdewletî ya 9`ê Cotmehê bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir û soz da ku têbikoşin heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.  


ANHA / DÊRIK