PIRSÛS: Li navçeya Pirsûsê girseya ku li ber avahiya Şaredariya Pirsûkê kom bû, çalakiya Pêncşema Reş pêk anîn. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP’ê, Wekîla Şaredara Pirsûsê Hulya Demîr, endamên meclîsa şareariyê endamên Genel-Îş’ê xebatkaren şaredariyê û gelek kesên din amade bûn. Nûnerê Genel Îş’ê Bekîr Koştî, di çalakiyê de axivî xwest agirbesta dualî bê îlankirin.
WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi boneya siyasetmedarên kurd û şaredar serbest bên berdan li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Wêranşarê çalakiya Pêncşema Reş hate lidarxistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên BDP’ê Wekîlê Şaredar Mehmet Burun, endamên Komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk anî.
SÎLOPÎ: Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî piştî ku şardedarê Sîlopiyê M. Emîn Togurlu û siyasetmedarênkurd hatin girtin, li ber avahiya Şaredaiyê ya Sîlopiyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de endamên mecîsê û xebatkarên şaredariyê amade bûn. Di çalakiyê de posterê Şaredar Emîn Togurlu, Şaredarê Hezexê û pankarta reş bi avahiyê hate dakirin. Komê pankarta „Hûn nikakirn bi girtin, binçavkirin û operasyonê vîna me têk bibin“ û „Hûn nikarin kelepçeyê li vîna me bixin“ vekirin.
AMED: Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê li ber avahiya Şaredariya Peyasê di hefteya 89’an de çalakiya Pencşema Reş pêk anî. Dîsa nûnerên şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.
QOSER: Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li ber avahiya şaredariya Qoserê pêk hat. Endam û rêveberên BDP’ê, Wekîl û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Li ser navê komê sekreterê Şaxa Tum Bel-Sen’ê ya Mêrdînê Îzettin Karaboga, daxuyanî da.
DÊRIK: Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî çalakiya Pencşema Reş li ber avahiya Şaredariyê hate lidarxistin. Li ser navê komê endamê meclîsa şaredariyê Dogan Ozbahçecî bi kurdî daxuyanî da.
ÊLIH: Li Êlihê jî çalika Pencşema Reş di hefteya 89’an de berdewam kir. Dîsa girse li ber avahiya Şaredariya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberên BDP’ê, xebatkarên şaredariyê, endamêm meclîsa şadediye û gelek kesên din amade bûn.
AMED