Gelê Kurd ê bi polîtîkayên şerê taybet surgûnî metropolên Tirkiyeyê û Ewrûpayê bû, bi xwe re çanda xwe jî bir. Lê belê di bin dorhêla asîmîlasyonê de parastina vê çandê û taybetmendiyên wê jî ne hêsan e. Bi taybetî jî li gorî çanda Kurdewar gihandina nifşên nû gelekî hêsan nîne. Di nava jiyana di bin dorhêla kapîtalîzm a takekesparêziyê ferz dike û polîtîkayên taybet ên dewletên dagirker de mayîna li ser cewherê xwe, parastina nirx, çand û taybetmendiyên xwe hêzeke mezin dixwaze. Lewra jî gelek mirov ên Kurd di gotinê de xwe mîna ku ev taybetmendî parastine nîşan didin û hewl didin wisa tev bigerin. Lê belê dema mirov li mijarê hûr bikole, wê bibîne ku bêyî ku bi xwe jî ji rewşê agahdar bin, ketine bin bandoreke giran. 

Ji libas heta bi xwarin-vexwarinê, ji şînê heta bi şahiyê di her aliyê jiyanê de bandorên vê tevgera bi nakok, dikarin werin rêzkirin û heta bibin mijara tezên akademîk jî. Ji van mijaran tevan ez ê hewl bidim di vê nivîsê de li ser mijara zewac û daweta Kurdên li Ewrûpayê rawestim û hin aliyê sosret ên vê mijarê rêz bikim. 

Bêgûman ev nivîs û nirxandinên min nayên wê wateyê ku ez xwe kerr dikim li bipêşketina gelê Kurd, jina Kurd ciwanên Kurd ku bi pêşengiya têkoşîna azadiyê pêşengiya gelan dike û bi têkoşîna xwe bûye nûnera nirxên pêşverû ên cîhanê. Berovajî rexneyekê li helwêst û tevgerên civakî yên ji asta bêhempa ya bedew re dibin asteng û wî wêneyên herî delal xera dikin. 


Bûk û zavayên îthal

Qismek ji mirovên Kurd ên li Ewrûpayê yan ji bo zarokên xwe yên bi pirsgirêk yan jî bi hestên ez ji malbatê kesekî bînim Ewrûpayê, bûkê yan jî zavê ji Tirkiyeyê û bi piranî jî ji xizmên xwe hildibijêrin. Derfetên aborî yên li Ewropayê bi kar tînin û tevî ku pirsgirêkên mîna alkol, qumar, bikaranîna madeyên hişbir ên lawê wan hene jî vê rastiyê nabêjin û qaşo bi stratejiya, “dema zewicî û bû xwedî zarok wê xwe topî ser hev bike” jiyana qîzekê jî dixin xeterê. Malbatên li Kurdistanê yan metropolên Tirkiyeyê jî bi temahiya ku zarokeke wan wê biçe Ewrûpayê û ‘xwe xelas bike!’ yan jî derfetên aborî wê çêbin, beyî berferehî bifikirin biryarê didin. Mixabin ciwan keç/xort jî bi xeyala jiyana Ewrûpayê heman şaşîtiyê dikin. Lê belê hema ji sedî 90’ê zewacên bi vî rengî vediguhere jiyaneke dojehî û dramatîk. 


Xizmetkara navmalê, koleya îthalkirî

Malbat keç yan jî lawên ku ji welêt anîne mîna xizmetkar, kole û hêsankirina karên xwe dixwaze bikar bîne. Di îtîraza herî biçûk de bi paşdeşandinê wan tehdît dike. Herî zêde jî keçên ji bo zewacê tên li rasta zilm û neheqiyê tên. Ji ber pêşhûkmî û qanûnên civakî yên heyî bi qedera xwe razî dibe. Li her cure zext, îhmalkarî û îstîsmarê vekirî dimîne. Hejmareke pirr kêm a destekê dibîne li dijî rewşê derdikeve û bi rêyên hiqûqî xwe ji rewşa sosret rizgar dike. 

Mixabin di derketina pirsgirêkan de kurê malê ji sedî sed neheq be jî di dawiyê de ya ku mexdûr dibe bûka îthalkirî ye. Malbat bi îftîra, bêbextî, dek û dolaban jiyana bûka îtlal têk dibe. Yan ew ê bi qedera xwe razî be yan jî navekî xirab, bêbextî û heta kuştina bi navê tore û namûsê re rû bi rû bimîne. Yan keç û jinên dikevin vê rewşê tên berdan, paşê bi zexta malbatê neçarî zewaca bi mirovên temen mezin ên xwedî zarok re tên hiştin. Mixabin ev zewacên ku bi xeyalên rengîn dest pê dikin û vediguherin trajediyê, û pê re jî dibin sedem ku zarokên wan jî di bin bandorên giran de bimînin û dibin çavkaniya nifşekî têkçûyî. 

Di zewacên ciwanên li Ewrûpayê çêbûyî, mezinbûyî de jî heman pirsgirêk lê ye. Ji raye û tercîha ciwanan bêhtir biryara malbatan û manûpulekirina ciwanan a ji bo vê zewacê lê ye. Heman pirsgirêk û trejedî di piraniya zewacên bi vî rengî de jî xwe dide der. 


Ne daweta bûk û zavê ya xezûr û xwesûyê

Şêwazê xazgînî û lidarxistina dawetê jî ji rêbaza zewaca ciwanan a ne bi rizaya ciwanan sosrettir e. Qelen ê li Kurdistanê nema ye li Ewrûpayê li gelek cihan tê standin. Yên dibêjin qelen nastînim jî di bin navê ‘xelata birê’ de zêrên fahîş dixwazin. Her wiha lîsteya zêrên di navebar 15-30 hezar euroyî de ku wê ji bo bûkê werin kirîn, tên çêkirin. Dîsa malbata bûkê xelata ku bi keça xwe ve bike jî ji malbata zavê distîne û di dawetê de li ser navê xwe şovê dike. Bi navê xelatên xizman, piştderî, ji aliyê birayê bûkê ve ji bo girêdana pişta wê û prosedurên cuda pere tên girtin. 

Mijara girêdana pişta bûkê bi kordelaya sor jî yek ji prosudurê kevneperest, cinsiyetparêz û biçûkxistina jinê ye. Kordêleya sor qaşo nîşanaya ‘pakî’, ‘bakîretî’ û ‘destpênebûna jinê’ temsîl dike.


Bazareke sosret e dawet 

Di vê rewşê de jî dawet vediguhere çalakiyeke derxistina mesrefên hatine kirin û ger bibe hinekî jî karê zêde. Ji bo vê yekê jî nas nenas kartên dawetê li her kesî tên gerandin. Mirov bi hezaran kîlometre ji bo dawetê rê diçin. Car caran malbat dabeş dibe û diçin çend dawetan bi hev re, yên nikaribin biçin jî pereyan ji bo xelatê dişînin. 

Qaîde ew e ku 1000 ta 1500 kesî dawetî salonên ji bo 500 kesî werin kirin. Xwarin û vexwarina herî erzan tê organîzekirin. Li dewsa şahiyê, demên dawetê ji bo beşdaran vediguhere êşkenceyê. Dîsa di dema xelatdayinê de heyet tên amadekirin, lîste tên çêkirin û her kesê xelata xwe danî bi dengekî bilind tê anonskirin. Kemera qeydiyê dike û piştî dawetê malbat yek bi yek dide ber hev ka wî li daweta wan çi danîbû û wan çi daniye. Daxwaza paşde vegerandina pereyên ku beriya nizanim çend salan wan zêdetir daniye, xwe dide der. Îxtilaf û xeydên bi salan çareser nabin, ji ber vê mijarê di navbera malbat û dostên salan de derdikevin holê. Li hin dawetan ez bûme şahid ku piştî xelatkirinê vexwarinên ser maseyan hatine berhev kirin. 

Ciwanên ku di nava jiyana Ewrûpayê de ne û bi civakê re entegre bûne heval, mamoste, cîran û hwd. ên Ewrûpî jî tînin daweta xwe. Di derketina dîmenên xirab ê dawetê de ku heta qutkirina pasteyê de daxwaza bexşîşan tê kirin, di dawetên Mêrdîn û Toriyan de dayina bexşîşan (şabaş) a ji bo Mitirban, tim li pêş rawestîna mêran û di pilana diduyan de mayina jinan, li hin cihan veqetandina jin û mêran, û merasîma xelatdanînê dibe sedem ku bûk, zava û ciwan bikevin nava derûniyeke xirab. Di demên piştî dawetê de li pêşberî hevalên xwe rûmeta wan dişike, sertewandî dibin û xwe biçûk hîs dikin. 

Ez bûm şahid ku xortekî Kurd piştî ku hefteyek di ser daweta wî re derbas bû, li bavê xwe geriya û bi girî gilî û gazincên xwe dikirin, digot, “Ev ne daweta min bû, ya te bû. Te di daweta min de kar jî kir. Lê ez li pêşberî hevalên xwe rezîl bûm.” Bawer dikim di wê dawetê de derdora 60 hezar euro pere hatibûn berhev kirin. 

Mixabin ji van tiştên min li jor rêz kirî, her kes ê li ser wan diaxife, nîşan dide ku bêzar e. Lê belê, kes ne îtîrazekê dike ne jî dibe xwedî helwêsteke rast. Hem mijara bûk û zavayên îthal, hem di zexta ku bi taybetî li bûkên îthal tê kirin hem jî di mijara dawetan ticarî-bazirganî de roj ji roja din bêhtir dewam dike. Ev yek jî bûyer û dîmenên sosret ên civaka me radixe ber çavan. 

Biryar û hesabê şaş bi xwe re zeweca şaş a du ciwanan tîne. Zewaca şaş jî jiyana wan du kesan, derdora wan û bi taybetî jî zarokên wan vediguherîne dojehê. Di serî de ev mijar di gelek mijarên din ên mirovên me bi navê qaşo kevneşopî, orf û ededan de didomînin û nexweşiyan derbasî nifşê nû dikin, divê sererastkirinek pêk were. Bi sereratkirineke bi vî rengî, pêşiya civakeke aram, ciwan û malbateke azad dikare were vekirin.