
Kurd ji wan civakên resen in ku jiyana wan gundewar xisletên xwe parastine. Ew bi qanûnên xwezayê re hevdeng û mîna dostê xwezayê jiya ne, hîna jî hewl didin bijîn. Jixwe civakên resen û xwezayî vê taybetmendiya xwe bi bûyina parçeyekî ji xwezayê digirin. Ne hakimê xwezayê, ne jî bindestê xwezayê. Bi xwezayê re dibin yek, li gor çax û demsalan tevdigerin û bi şêwazekî amade demsalan derbas dikin. Ne zirarê didin xwezayê, ne jî dihêlin xweza zirarê bide wan. Li gor wan her tişt ji xwezayê tê. Û tiştek namire, naqede, bi dawî nabe; careke din li xwezayê vedigere û ji bo jiyanên nû mîna spîralekê verdigere. Mînak giya şîn tê, pez, dewar dixwe, paşê mîna gubre careke din li xwezayê vedigere û giyayên nû, şînbûnên nû, yanî berdewamiya jiyanê bi xwe re tîne.
Ji bo bê pirsgirêk derbaskirina demsala zivistanê bê guman kelecan û kedeke mezin a bihar û havînê, amadekarî û danehevek a payizê pêwist e. Xwarin, vexwarina mirovan, xwarin û vexwarina pez a di mercên zivistana dijwar de di bin berfê de mîna sîgorte û garantiya pêşwazîkirina bihareke nû ye.
Ji bilî qût û zexîreyên tên berhevkirin û amade kirin bi taybetî li herêmên çiyayî yên bilind mîna Serhed, Zagros, Botan û her wekî din tiştekî din ê pêwistiya jiyanî pê heye sotemenî ye. Yanî ji bo pijandina nan û xwarinê, ji bo germkirina malê û hwd.
Di rastiyê de jî kîjan civak bi kîjan aliyê jiyanê re mijûl be ziman jî di wê mijarê de bipêş dikeve. Zimanê Kurdî yê hezarên salan li ser erdnîgariya Kurdistanê tê bikar anîn û ji pêxemberê çandiniyê Zerdeşt tê, di aliyê navlêkirinên xwezayî, navlêkirinên nebatan û her wiha navlêkirinên heywanan de bihêz e. Mînak ji bo her dema mezinbûna heywanan navekî cuda li wan tê kirin.
- Berx (virnî-helî), Kavir, Berindîr, Mîh, Mak (Mîh a berxa wê heye, li gor zayinên wê meh a 1 berî, 2 berî), Hogeç, Beran.
- Kar, gîsk, tiştîr, bizin (beş, çal, kol), nêrî,
- Golik, Nogin (golika ser salekê re ya mê), Mozik, Çêlek, Conga (golika salek darbas kir a nêr), Kamlik, Ga…
- Gamêş, Madek, Sak…
Ji heywanên mê yên ducanî re Avis, yên din Stewr tê gotin.
- Çûçik, zîxank, varik, mirîşk, dîk...
- Tov, dexl, simbil, firîk, baq, gidîş, melû, taxe, bênder û hwd.
Her fêkiyek li gor cînsê xwe navek lê tê kirin. Heya deh navên tirî yên li gor reng, mezinbûn, tehm û dema gihandinê min bihîstine; mîna şapirzêyn ê lib hûr, kerkûş ê ji bo mewîjan, mezrone, dûvroviyên nazik û hwd. Bawer dikim heger mirov li kêleka mirovên temen mezin rûne dikare bi rojan li ser van navan bi tenê serê xwe biêşîne. Hema hema hemû tiştên xwezayê yên jiyana gundewarî li gor demsal, mezinbûn, şêwe û şêwaz cuda cûda tên binav kirin.
Recycling a xwezayî
Mijara sotemeniyê de jî heman tişt derbasdar e. Kurdên li gundan dijîn ji bo zivîstanê di tenûr, sobe, pêxêrî, tifik, kurik û cihên din de bi kar bînin ji bermayiyên heywanan tevahiya bihar, havîn û payizê sotemeniyên xwezayî amade dikin. Çend navên vî sotemenî yên di hişê min de wisa ne:
Sergîn, tepik, pesarî, kerme, tert, bişkul, hûrik, qelax, peyn, şarang û gelek navên din…
Li her herêmê û di zaravayên din ên ji bilî Kurmancî de jî bi dehan navlêkirinên cuda jî hene bêgûman. Ev tev nav û têgînên çêkirin, hilandin, parastin û bikaranîna bermayiyên heywanan mîna sotemenî ne. Bi gotineke din, giha, ceh, ka û tiştên din ên ji bo xwedîkirina heywanan tên bikaranîn, piştî ku mîna rêx ji aliyê hewyanan ve tê avêtin cereke din tê bikaranîn, ango pêvajoya recycling (jinûve bikaranîna bermayiyan) a xwezayî. Şewazekî bikaranînê mîna sotemenî ye û çend navên li jor min rêz kirin jî cureyê sotemeniya mijara gotinê ne. Şêwazekî din jî mîna gubre ji bo çandiniyê bikaranîna zibil e.
Sergîn, tepik, pesarî, kerme, tert, bişkul, hûrik, tev zibil û gubreyên li gor her navî rê û rêbazên çêkirina wan hene. Mînak, tepik ji rêxa hîn nerm striyayî tê çêkirin. Yan bi destan teşe tê dayîn an jî di qaliban de; armanc jî ew e ku karibe bi rehetî li ser hev were danîn û miştaxekirin. Ji bo baş bişewite ka an giha jî li wan tê zêdekirin. Li ber tavê tê danîn an bi dîwaran ve tê zeliqandin. Dema hişk dibê jî bi rêk û pêk tên berhevkirin û îstîf kirin. Her wiha çêkirin û hilandina wan komkirina wan jî mîna Qelax, Şarang tên binav kirin. Ev sotemenî yê tê parastin zivistanê li gor pêwistiyê tê bikaranîn. Ji ber ku bê mesref e û xwezayî ye zirarê nade. Yanî ji bo şewatê birîna daran talana xwezayê her wiha serobino bûna klîmayê bi xwe re tîne. Dîsa bikaranîna komirê duxana zêde û madeyên kîmyevî hawayê kirêt dike, tevî hewayê jehrî dike zirareke mezin dide tenduristiya mirovan.
Jiyana xwezayî… Evînên xwezayî
Dema civak xwezayî be evîn û hezkirinên wan, heta bi fanzatiyên wan jî xwezayî ne. Strana bi navê ‘Aman Aman Koçerê’ ku Mihemed Arifê Cizrawî jî dibêje yek ji van mînaka ye:
Min dît li afirê gamêşa
Te dî li afirê gamêşa
Tilya min girt û kêşa
Gava çavê min lê ket
Şîşa dilê min êşa
Eman eman koçerê
Yanî hevdîtina dildaran a li afir, a li axûr, a li govê hevdîtina li parçeyekî xweza û jiyana xwezayî ye û têra xwe jî romantîk e. Ger ne wisa bûya, evîn û stranên li ser evînên şivan û bêrîvanan ji kûrahiya dîroka Kurd heta roja me ne dihatin.