Richard Newton sala 1798´an ev afîşa karîkatur a bi navê “Treason!!!” xêz kiriye. Kesê kuba ji ber diçe, fîgurekî hingê populer ê karîkatûr û xêzên din e ku weke John Bull nav lê hatibû kirin, ango John Bull fîktîf e. Ew wêneyê bi dîwêr ve daliqandî jî yê melikê Ingilîstanê yê hingê George ê Sêyem e. Kesê ku bi qîrîn tif û avşora xwe bi ser John Bull de diweşîne jî jê re dibêje, “Ev xiyanet e Johny”.
Axir ji karîkatûrîstên Ingilîstana beriya bi bêhtirî du sesalan dihat ku bikin, John Bull ba ji ber xwe berde nav dev û rûyê Melikê Împeretoriya Brîtanî.
LONDON