Li gorî Nivîsîngeha Navendî ya Serjimêriyê* nifusa Suriyeyê di dawiya sala 2009ê de gihiştiye 23 milyonan. Yanî 23 milyon Ereb! 23 milyon Kurd û ermenî û asûriyên ku wekî Ereb hatine jimartin!
Di nava van 23 milyon ‘Ereb’ de,  teqez milyonek Kurdên ne ‘miwatin’* hatine jibîrkirin.
Çima wan ji bîr nekin!
Heke Tirkan Kurd nekiribûna Tirk, Farisan nexwestibin Kurdan bikin Faris, desthelata ku bi saya serê Sovyeta Kevn li ser postê desthelatê rûnişt û wekî kundê şikêran bi ser serê xelkê de xwend û bi navê ‘iştirakiyetê’* û kedkar û u’malan* 40 salan ji xelkê xwe re lorand û xew ve bir; wê jî bi çavên xerîban li Kurdan nedinerî!
Dethelatê çendî bi çavên ‘xerîban li Kurdên Binxetê nerî be jî; wan tu rojan xwe kêmî Ereban nedît, dilê xwe nebijandin ne çanda wan, ne zimanê wan, ne jî kesayeta wan!
Ji vê lixweewlebûnê, Kurdên Binxetê – di têkiliyên rojane de yek liba peyvine Erebî bixin nava axaftina xwe jî- ew wekî kesayet, wekî giyan Kurd man, Kurdî man!
Di seredanekê de Dr. Şêrko di sohbetê de bal kişand ser vê hêla Kurdên Binxetê*, û got, ‘ Ya exî…me ti rojan dilê xwe nebijand Ereban…lê we ji Tirkan hez kir, ji Tirkî hez kir’…
Doktor mafdar bû!
Ew jî wekî me hê di zaroketiya xwe de rastî zimanekî din, rastî zimanê Erebî hatin.Û zimanê Erebî ne tenê zimanê perwerdeyê, yê ol û ayînê bû!
Li gorî ş^rove û helsingandinên me sedêma sereke a ‘têkçûna’ bakûriyan ji hêla zimanî, çandî û derûnî ve polîkaya bişaftker a dewletê bû!
Wekî destnîşankirina doktor, pahra ‘heyranî’ya me jî tê de  nebû? Yanî me ‘Kurdên Tirkî’ ji Tirkan jî ji Tirkî jî hez nekir?
Helbet Tirkan ji me Kurdan hez dikir, ku aqil dan desthelata Surî:
Piştî têkiliyên ‘cîranane’ û ‘birayane’ ê bi Tirkiyê re Kurdine ku ji serdema damazrandina dewleta Suriyeyê  ve li ser li ser axa niştecî lê di nava sînorên Suriyeyê de ne ‘miwatin’; bûbin xwedî cinsî* jî, yên ku li bendî ‘miwantin’tiyê li dorî 4 sed hezarî ne.
Ne fermî be jî encama serjimêriyekê dibêje, ji sedî 12-14ê nifûsa Suriyeyê Kurd in! Heke wisa be; nifusa Kurdên li herêma El Cezîre û bajarên Sûriyeyê belavbûyî, herî kêm 3 milyon in!
Heta salên 70yî jî Kurd li ser axa xwe bûn. Li gundên xwe xwedîerd, li bajarê xwe xwedîkar, niştecî bûn. Bi hatina Bâ’as’iyan re Kurdên ku ji salê carekê ji ber nexweşiyekê an geşt û gozariyê riya wan bi Şamê diket, wan salên dawî hindik ma ku Şam bikin bajarekî Kurdan(!)
Helbet ne ji kêf û eşqa Şamê Kurdan berê xwe dane Şamê:
Kurdan ji Şamê hez kiribûn, lê hez berawerdî hevdu kiribûn û gotibûn, ‘ Şam şekir e, welat jê şîrîntir e’!
Mixabin welatê şîrîn piştî ku desthelata ‘sosyalîst’ hate ser hukim, wekî peywira ewil a pergaleke sosyalist, hate pahr ve kirin: dest danîn ser mal û milkê Kurdan.
Kurdên gundî û bêerd ên ku di destpêka vê ‘reform’ê de li bendî pahr û pişka xwe, piştî demeke kurt dîtin ku hatine xapandin: Baahs’iyan ji qelaç û çolên ku ji çil salî carekê baran lê nayê, Erebên Reqa û Hemayê anîbûn mintiqeya Cezîrê û di ber pozê Kurdan de axa Kurdan dabûne wan, ji wan re gund ava kiribûn…
Gundên ku di destpêka salên 70 yî de sê çar mal bûn, niha hima bêje ji gundên Kurdan ên ku bav û kalên wan ji wan re şên û ava kiribûn, gewretir in!
Sibe ku Ba’asî ji ser hukim bikevin, Erebên li Cezîrê dê bi kû ve herin?
*Malpera Sana:Ajansa Nûçeyan a Sûrî
*Miwatin: Hemwelatî
*İştîrakiyet: Şirîkatî,sosyalizm
*U’mal: Karker
*Binxet/Binxetê: Li hêla Mêrdînê, li cihên nêzî sînor ji Surî re dibêjin Binxetê
*Cinsî: Nasname