Piştî rêzeteqînan, revandina mirovan û rewşa ewlehiyê ya xirab, kir ku xelk li bajarê Babê ya dagirkirî, dakeve qadan.
Şêniyan bi qîr slogana “Hilweşe rejîma Erdogan” gotin û berê xwe dan navenda bi navê “Polîsê Leşkerî”, lê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gulle û gaza rondikrêj li wan reşandin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin di êrişa li dijî xwepêşandêran de, qala kuştî û birîndaran tê kirin.
Heman çavkaniyan diyar kir ku welatiyê bi navê Mehmûd Sike ê 38 salî yekser bi guleyên çeteyan jiyana xwe ji dest da, welatiyê bi navê Xalid Mihemed ê 35 salî jî birîndar bû.
Çavkaniyên ji hundirê Babê diyar kirin ku rewşa bajêr bi giştî tevliheve û xwepêşandan û nerazîbûna şêniyan li qadan didome.
Çavkaniyan dan xuyakirin ku kesên rûgirtî gulle li gel reşandine.
BAB