Roja me ya îro ji bo miletan pirr zehmet e ku karibin mafê xwe yên manê û çûnê bi azadî hilbijêrin. Qedexeyên koçberiyê her diçe zêdetir dibin. Milet di navbera zilma man û jiyanê, û zalimiya çûn û tinehesibandinê de her diçe bêhtir tên guvaştin.
H.Neşe Özgen*
Di vî çaxê me de mîtosek heye: -xebero- her kes diçe her deverê. Her kes -xebero- ji cihê xwe bûye û weke ku ji destpêka mirovahiyê ve ev parçeyekî xwezaya mirovahiyê yê bivênevê be. Bêsînorî, jidesthilatiyêxilaskirin û yên din retorîkeke têra xwe belav e. Gelek ji van jî jêhatî van îdîayan dikin; her kesê xizan dîn dibe ji bo xwe bigihîne YE yan jî DYE’yê, yê ku çû wir jî bi xweşhalî dijî, bi ser halan de weke ku sîstemên xweşhaliyê yên civakî û dewletan îstîsmar dikin jî wî kesî nîşan didin. Ya xuya ew e ku dewlet hemû, bi wan kesan re ku bi koçberiyê welatên xwe guhertine, miamela kesên “xiyanet bi welatê xwe re kirî” dikin.
Tevahiya maneyên jicihêxwebûnê li nav hev tên xistin û mane bi xwe ji cihê xwe tê kirin, mîtosa “bêsînorbûnê” bi qalibên berxwuriyê tê pîvan; pirrî caran em êdî nabînin ku behremendiya pirrcarî analîzkirina vê tevgera di nava welatan de lazim e: Ji cihê xwe çûn/bûn/koçber bûn, esas meseleyeke ji pirr nêz ve elaqedarî çînî ye. Weke nimûne çûnûhatinên xwendekarên zanîngehan, ya karkerên kuwalîfiye û nekuwalîfiye, koçberiyên encama jicihûwarkirina xelkê û heta bi salên 1990’î koçberiyên sedema wan aborî... ha li ser van pirr kêm xebatên akademîk hene. Li ser karakterê çînî yê koçberiyan û sirgunê hîna divê gelek lêkolîn bê kirin. Li ser xizaniya li nav Ewrûpa û hereketên koçberiyê, koçberiya berstûkspiyan û yên din jî ji wan mijaran in ku divê bên lêkolan.
Bijartina cihê ku mirov lê bijîn ji mafê mirovan ê bivênevê ye. Lê belê, roja me ya îro ji bo miletan pirr zehmet e ku karibin mafê xwe yên manê û çûnê bi azadî hilbijêrin. Qedexeyên koçberiyê her diçe zêdetir dibin. Milet di navbera zilma man û jiyanê, û zalimiya çûn û tinehesibandinê de her diçe bêhtir tên guvaştin.
Hem asteng hem jî derfet
Mirov gotinekê li ser sînor bike, sînorî fêm û manedar bike, esas ev yekser amûreke parçekirina aliyên herêmî yê radîkalbûna siyasî ya li dinyayê ye. Maneyên cihê yên sînorî îşaret bi aliyê dualîbûna sînor a bi sedsalan dike: Sînor hem asteng dike û hem jî derfetek e.
Sînor û her tişta li ser tê gotin, wiha xuya dike ku hema hema li tevahiya dinyayê van demên dawiyê bûne qurbanî zêdegaviya hêsanîker (redûksiyonîst) a medya û siyaseta mainstream. Gelek gotûbêjên siyasî û yên raya giştî meseleya sînor berepaş dibin û digihînin fikreke neteweperest, navenddewlet û retorîkeke populîst. Pê re jî tevahiya minaqeşeyên li ser sinor hemûyan ĵ dadixin meseleya îdarekirina sînor û ewlekariyê. Sînor careke din bi hişkî û sembolên serdema avakirina netewe dewletan tê minaqeşekirin. Xwe li madeyê asêkirina sînor jî her diçe bêhtir bi sînorên her diçe hişktir dibin, tê rewakirin. Heta bi dîwarên bilind dibin, nirxê sînor û welêt dixin çavên mirovan û ji nû ve li ser wan ferz dikin ku hilbijartina “yan li derve yan jî li hundir de be” bikin.
Sînor retorîkek e ku terîf dike, ji nû ve neteweperestiyê û xwegirtina li derve, lidervehiştinê û dijmin dîtina temamê kesên lidervehiştî ji xwe re dike esas. Ew jî di heman demê de esasê ji nû ve afirandina naratîva (vegotina) yek miletî ye bi xêra dijminîhevkirina ‘em û ew’. Yanî rewş êdî ecêb dişibe hişkiya qonaxa damezrandina netewe dewletan di destpêka salên 1900’î de.
Gava ku miletên dinyayê li ber vê neteweperestiya nû ya mişt şidet e, radibin, du tehlûkeyên maddî tên pêşberî wan: Sînorên milet û welat û ew kesên ku gef in ji bo van sînoran. Van pêlan sembolên van gefan jî penaber û tundraw in. Gotarên populîst meydanên desthilatdariyê dagir kirin û ji nû ve ruh bi nasnameyên mekanî û neteweperest ve hat; van herduyan kir ku jihevqutbûnên nû çêbin, di heman demê de jî sînor ji bo ajandayên siyasî populîst bûn çavkaniyên darîçav û sembolîk.
Siyasetên mekanî veder dikin, têkiliyên di navbera demokrasî û mekên de ji nû ve terîf dikin; pê re jî naratîvên li ser cih û vederkirina yên din jî her diçe bêhtir endîşeyan û bawerîpêneanînên ontolojîk derdixin pêş.
Milkiyet welat û sînor
Jean Jacques Rousseau dibêje, “Ew mirovê ku di dîrokê de cara yekê dora erdekî bi çîtekî girt, got ev der ya min e, û kariye mirovên ewqasî safik peyda bike ku jê bawer bikin, ha ew mirov bû avakerê bi rastî yê civaka modern. Hingê kesek rabûya, ew çît rakira, xendek tijî kira û paşê ji mirovan re jî bi qîrîn bigota, eman hîç guh nedin vî sextekarî, fêkî yên her kesî ne, erd ne yên ti kesî ne, û heger hûn vê ji bîr bikin xwedê wê ji we bistîne, hûn ê mehû bibin, ha wî mirovî wê cureyê mirovan ji gelek sûc, şer û kuştinan xilas bikira.” Hem hiqûqa Îslamî û hem jî ya Romayê careke din weke tiştekî/eşyayekî li erd nenihêriye; hem ji bo bidestxistina wê, hem ji bo di dest de girtin û teserûfa wê hukmên cihê anîne. Weke nimûne, hiqûqa Îslamê, mafê milkiyetê bi gotinên Hezretî Muhemmed, "Kî tiştekî hîna bi destê ti kesî neketiye, bi dest bixe, ew tişt dibe ya wî kesî" (Ebû Dâvud, Îmâre, 36, H.Nr: 3071) ava kiriye û bi îhyayê jî wê girêdide. Esmer b. Muderris piştî ku ev hedîs neqil kiriye, gotiye, "Çawa Hezretî Pêxember ev gotin kirin, her kesî berê xwe da derdorê, erdên ku dixwazin dagir bikin, bi gavan pîvan û nîşan kirin." Unsûra îhyayê jî paşê li vê tê zêdekirin: "Kî erdekî mirî îhya bike, ew erd ê wî ye. Ji bo xwêdaneke neheq rijandî ti heq nîne." (Buhârî, Hars, 15; Ebû Dâvud, Îmâre, 37). Lê helbet milk di encamê de yê xwedê ye. Li aliyê din hiqûqa Romayê sînorên bikaranîn û sûdjêwergirtinê bi sînorên meydana giştî (gelemperiyê) sînordar dike.
Bi wî rengî ku minaqeşeyên li ser sînor û desthilatê êdî ji mêj e ku dûr in ji wan minaqeşêyên bêhnfirehker ên weke “derfeta îhtîmala hebûna alternatîfên sînorên neteweyî” yan jî bayên ji derve yên azadiyê, qebûla siyasî û desthilatiyên pirrî. Êdî em beramberî tiştekî wisa ne ku seyarbûn û beden her diçe bêhtir dibin nirxên guhêzbar.
Sînor û maneyên wê weke desthilatdariyê diguherin
Beriya bi panzdeh salan li Tirkiyeyê lêkolîneke civaknasiyê ya rexnegirê sînor be, lêkolîna li ser sînor, girtina wêneyê sînor û rexnekirina sînor qedexe bû: Lewma sînor herêmên eskerî ne û li van herêman ew terîfkirinên ka karê mirovek dike kengî dibe eşkerekirina sirra dewletê, pirr zelûl û nediyar e. Ev jî nîşanî me dide ku sînor ne tenê têl, meydanên mayinlêraxistî yan jî derî ne, berevajî wan, ew heremek-bihurbariyek-niçikbûnek e yan jî bi tena serê xwe mekanek (space) e. Bi wî rengî ku sînorên ku xetên bihurîna sînor ne diyar in, sînorên hişktir, tûjtir û bêhtir cezaker in. Nimûneya vê jî sînorê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ye. Sînorên di nava wê de ji bo kesên destûra YE’yê wergirtî serbest in, lê ji bo yên ku li derveyî vê ne, ecêb girtî ne. Bi vê maneya xwe sînorên YE’yê ewqasî bilind in ku mirov nikare bi retorîkê jî ji wan bibihure: Timî ew îhtîmala “neşarezabûn”, “terorîstbûn” û “raşehitîbûnê” dikare bê ser we. Lê belê helbet ziman, kilît û şîfreyên din ên ku dikarin ji her sînorî bibihurin helbet hene: Hesabên bankayan, danheva pereyên qaçax/reş, tevnên xurt ên bazarên siyasî yan jî bi awayekî besît “tenê beden”. Heger hêza mirovekî nebe ku sînorî bi hevkariya dewletan derbas bike, hingê ew dikare weke penaberê “raşehitî û hednezan” li devereke li ser rêya sê hezar salî ya Romayê (Via Egnatia) li ser sînorê Bulxaristan-Mecaristan-Romanyayê di sermaya di bin sifirê re 20 pileyî de terkî mirinê bê kirin yan jî li bajarê Calais yê ser bi Fransayê zivistanekê di nava konê xwe de bê şewitandin. Bi vî awayî desthilatdarî û hêza wê ya siyasî di ser bedenên mirî yên penaberan re xwe ji nû ve ezîm dike.
Sînor û maneyên wê guherîn dewletê jî xwe heyî kir
Di nava panzdeh salên ez bi sînor daketî de qedexeyên berê min behsa wan kir dewam kirin, lê belê teşeyê sînoran, manedarkirina wan, mekanên wan û terîfa welatiyê ku dikeve nava welêt guherîn. Sînor weke ku weke xwe bin, xuya dikirin, lê tiştên ku me behsa wan dikir û sembolên sînor diyar dikin, kesên ku sînor diparêzin û yên ku zorê didin sînoran timî diguherîn.
Bi vî awayî dewletê bi salan xwe û cîranên xwe, dijminên xwe yên hundir û derve ji nû ve terîf kirin û her xwe li gelek waran heyî kir. Di vê demê de sînor jî her ku em li ser peyivîn, dikete kirasekî ku rewa dibû, xwe ji nû ve terîf dikir, pê re jî esasê welat û welatîbûnê ava dikir. Kurt û Kurmancî sînor mekanek bû û weke mekan, sînor ne weke nîşandeyeke çandê bû lê berevajî vê, sînor bi xwe û li wêderkê bûna wî, cihê wî weke avaniyeke civakî ya ku dikare bibe malzaroka wê fonksiyona civakî ya ku welatîbûnê, çandê û siyasetê ji nû ve biafirîne, û bi vî rengî xwe bi xwe û dewlet ji nû ve ava dikir.
Naxwe, sînor têgeheke mucered e, xetek e ku stûriya wê nîne û du meydanên bi awayên cihê tên terîfkirin, yan jî aîdiyetên wan cihê ne, ji hev qut dike. Yanî hebûneke wî ya maddî nîne: ”Ji ber wê ye ku aîdiyeta dîwarê sînorî mucered dike, di nava şaristaniyan hemûyan de pirsgirêkên bê hesab ên hiqûqî çêkirine.” (Yerasimos, 1997-8: 36). Helbet, sînor, û serî û kevî ne meydanên şaristaniyê yên xalîhiştî ne. Berevajî vê li ser wan hukmên têra xwe bi strukturkirî yên desthilatdariyê bi ya hember û bi ya hundir re hene.
Sînor û meydanên desthilatê yên ku wî afirandine û rewa kirine, di warê ezimandina yê ji hember hatî de xwe disipêre wê yekê ka ji hiqûqa Îslamê û ya Romayê kîjan hatiye bijartin. Li vir wê ne tiştekî beredayî be em têgeha Derrida ya navdar a Mêvan-ne-perwerî bi bîr bixin (binihêre li Derrida, 2012: 7-15). Li gorî wî: îbareya ‘Hiqûqa dinyayê = hiqûqa kozmopolîtîk divê bi mercên giştî yên mêvaniyê bê sînordarkirin’ jixwe ji serî ve mijarên jihevcihêkirinê û mêvanperweriya bi şert û bêşert derdixe holê. Bi vî awayî jî bi girîngî îşaret bi lêpirsîna cihî ya li ser wê yekê tê kirin ku diyar dike ka kî wê li hundir û kî li derve be, herwiha qaîdeyên hundir û derveyî malê diyar dike.
Weke No-mans’s Land welat?
Sînor li her dera dinyayê ji nû ve hişk bûn û di ser bedenên wan kesan re ku xwestin ji sînorî bibihurin rewabûna netewe dewletan her xurt bû. Heta di encama vê de serdemekê dest pê kir ku sînor di nava ”welêt” de (Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya, taxa Gazî, Taksîm û yên din) hatin çêkirin, di terîfkirinên welatîbûnê de guhertin çêbûn (îtaet, bîat, qebûlkirina bê pirs û yên din) û her ku çû xeta ”welêt” hemû veguherî herêmeke tampon (no-Mans’ Land).
Sînor hem semboleke ewqasî xurt e ku bi qebûla me diyar dike welatîbûna me li ku bi dawî dibe û hem jî nîşandêreke herî muhim e ku nîşanî me dide ka em li ku tên astengkirin. Lê belê tecrûbeyên me yên heta roja îro vê nîşanî me didin: Daxwaza rakirina sînoran hema welê ji nîşandêreke pûç û vala û wê de nabe tiştekî din.
Gava ku me îdrak kir ku me têkiliya xwe bi ´cih´an re gava ku me ew veguherandin erseyan û li milkê dewletê qeyd kir, yanî gava ku me îdrak kir ku jiyana me ya ku cih e, me li milkê dewletê kiriye erse, gava ku me îdrak kir ku biyanî, penaber ne parçeyekî derveyî, berevajî vê ew mirovên heman cihîbûnê ne ku ev hezar sal in ji bo ku bibin şirîkê wê erseyê li odeya rawestanê tên ragirtin,
Ha li wê derê,
Di wê bêcihûmilkiyê de, weke heman penaberan em ê karibin sînor hilweşînin.
Çavkanî :
3 Agamben, G. 2001. Kutsal İnsan: Egemen İktidar ve Çıplak Hayat. Ayrıntı Yay., Stenbol
3 Derrida, J. 2012. Jacques Derrida ile Birlikte: Pera Peras Poros. İş Bankası Kültür Yay.
3 Elden. S. 2012. “How Should We Do the History of Territory?”. Territory, Politics, Governance, 2013 http://dx.doi.org/10.1080/21622671.2012.733317
3 Özgen. N. 2013. “Egemenlik Kavramındaki Değişmeler” . Workshop on Turkey’s Migration Policy from 2002 to 2012: An Assessment of the AKP’s Reforms. http://neseozgen.net/wp-content/uploads/Egemenlik-Kavram%C4%B1ndaki-De%C4%9Fi%C5%9Fimler-.pdf
3 Yerasimos, S. 1997-8. “Sınır, Uç ve Duvar”. FOL-7, MO Yayıncılık, İstanbul.
3 Duke University, Cultural Anthropology Department, Durham. NC. US.. Ev nivîs li ser esasê nivîsa min a bi navê “Mültecilik(Penaberî)” ya di kovara Yol Dergisi de sala 2017’an derçûyî ji nû ve hat nivîsandin. Ozgen.nese@gmail.com
* Li Zanîngeha Duke, di Beşa Antropolojiya Çandî de ye, li Durham. NC ya DYE´yê. Ev nivîs li ser esasê nivîsa min a bi navê “Mültecilik(Penaberî)” ya di kovara Yol Dergisi de sala 2017’an derçûyî ji nû ve hat nivîsandin.
Sînor ku der e?
Gava mesele sînor be, hûnê bibînin ku ne tenê axaftinên wan kesên sînor diparêzin û ew ên ku zorê li sînorî dikin, lê axaftinên xwe di jiyana rojane de didin der hemû amade ne ji serpêhatiyên bi sirr û raz, dekûdolabger, komploger yan jî tirsnak re. Jixwe, sînor meseleyeke wiha ye ku pirr meyldarê sirrdarkirin û gewrekirinê, û bi rêya wan weke çîrok bê sêwirandinê ye. Hema piştî ku aliyek hat girtin, babetên li ser sînorî hemû li aliyekî weke çîrok tên sêwirandin, li aliyê din jî tên giştîkirin û pê re diruşmên stratejîst jî dikarin bên gotin. Lê ya rastî, sînor ji pirsgirêkeke civakî û wê de, diyardeyeke sosyolojîk e ku divê mirov li ser gotûbêjê bike. Yanî heger mirov bêyî ku mirov bikeve ber bayekî ‘felsefeya pleb’ yan jî awirên nijadperest, neteweperest mirovî bidin ber xwe, bixwaze bi meseleya sînor dakeve, bi rastî jî divê mirov nuqteyên mirov li wan bêhna xwe vede yên hênik peyda bike.
Sînor tişteyek, cihekî berbiçav ê pêşîlêgirtinê ye - ku derfeta qetûbirkirinê û di heman demê de dewamîbûnê jî dide. Jixwe mirov gava li vê dinyayê bi yên din re ne, ew bi tişteyan re jî ne. Jixwe, qetûbirbûna dewamîbûnê û îhtîmala bûna tiştekî sibe, dusibe, derfeta awirekeke etîk-siyasî (ethico-political) dide û bi vî rengî derfeteke siyasî dide ‘ez’î. Bi vî awayî sînor xwe weke mekanekî ku dikare wî şensê hevditîna bi yên din re bide, heyî dike, lê belê li aliyekî jî derfeta tişteyekbûn û cihekbûnê tenê nade ‘ez’î û di nava xwe de astengiyên xwe yên ethico-political dihewîne.