
Şervanên QSD’ê du gundên li bakurrojhilatê Dêra Zorê azad kirin. Li gundê Siwedanê jî dema nûçeya me dihat amadekirin şerekî giran hebû.
Pêngava Bagera Cizîrê ya ku 9’ê Îlonê, QSD’ê dabû destpêkirin, dewam dike.
Şervanên QSD’ê gundên Ebû Hemam û El-Heywan ên li bakurrojhilatê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin û li gundê Siwedanê jî operasyona azadkirinê dema ku nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir.
Di şerê li Ebû Hemam û E- Heywanê de 17 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
DÊRA ZOR