
Bipêşveçûna şervanên QSD’ê ya li sê baskên Bagera Cizîrê, didome, li baskê Mergehda çeteyan êrîşî gundê Ciwêf kir, şervanan bersiv da û êrîşa çeteyan şikandin, li baskê Cezrat termê 2 çeteyan ket destê şervanan. Şervanên QSD´ê yên ji Mergehdayê jî mizgîniya rizgariyê dan xelkê xwe yên li vê navçeyê.
Pêngava Bagera Cizîrê a şervanên QSD’ê di roja 27’an de didome. Li baskê Mergehda çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundê Ciwêf kir. Şervanan bersiva êrîşa çeteyan da û şer qewimî. Di encama bersivdayîna şervanan de çete ji herêmê reviyan û şerê li vir rawestiya. Li baskê Mergehda şervan bipêşveçûna xwe didomînin.
Li baskê Cezrat jî şervan di aliyê gundên Kesra ve bipêşveçûna xwe didomînin. Di encama şer de ku li vir qewimî, termên 2 çeteyan ket destê şervanan, her wiha 3 keleşnîkof, 2 rextên çeteyan ketin destê şervanan. Li vir jî şervan bipêşveçûna xwe didomînin.
Li baskê Siwer jî şervan li aliyê sînorê Iraqê ve bipêşveçûna xwe didomînin.
Mizgîniya rizgarkirina Mergehda
Yek ji şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê ji navçeya Mergehda, ji şêniyên navçeyê re got, “Ji bo em vegerin bajarê Mergehda û bi ewle û azad bijîn, bila şêniyên bajêr rehet bin. Em ê di demeke nêz de Mergehda rizgar bikin.”
Şervanê QSD’ê Mihemed Elî ji Mergehda li başûrê Hesekê ye. Elî bi malbata xwe re ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞ’ê mala xwe bi cih hiştibû. Elî ji bo rizgarkirina herêmê tevlî YPG´ê bû û niha di Pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digre.
Eliyê ku li benda wê rojêye ku derbasî bajarê Mergeda bibe û bajarê xwe rizgar bike derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez bi bêhn firehî li bendê me ku bajarê min rizgar bibe û em bi azadî lê bijîn.”
Elî di dewama axaftina xwe de ji hemû şêniyên Mergehda re got, bila rehet bikin ji ber ku şervanên QSD’ê wê bajarê wan di zûtirîn demê de ji çeteyan rizgar bikin û wan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.
ANHA / MERGEHDA