Şervanên QSD`ê li baskê Cezrat gundê Lice ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Li heman baskî şerê giran jî rû dide, ji pêr heta doh piştî nîvrojê zêdetirî 30 çeteyî di vî şerî de hatin kuştin.
Pêngava Bagera Cizîrê 9`ê Îlonê dest pê kirbû û bi bipêşketinên şervanên QSD`ê dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li baskê Cezrat ê bakurê Dêra Zorê, şervanên QSD`ê gundê Lice ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Di şerê giran ê li heman baskî de doh û pê zêdetirî 30 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin. Cenazaneyên 5 çeteyan jî di destê şervanan de ne. Li başûrê bajarokê Siwerê jî li baskê Mergedê û baskê Cezrat bipêşveçûyîna şervanên QSD`ê dewam dikin.
DÊRA ZORÊ