Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê doh daxuyaniyek derbarê rewşa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê de belav kir. QSD da zanîn ku di 24 saetên dawî de 18 çete hatine kuştin.

Daxuyaniya QSD bi vî rengî bû:” Li Baxozê di navabera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de şer qewimî. Şervanên me 700 metre bi pêş ve çûn û 5 nuqteyên xwe yên nû ava kirin.

Her wiha şervanên me êrişeke dijwar a terorîstên DAIŞ`ê têk bir. Di encama wê de 2 terorîst hatin kuştin. Terorîstan di êrişên xwe de çekên giran bi kar anîn. Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî gelek baregehên terorîstan kirin hedef. Li wê derê şer û topbaran heta van kêliyan didome.”

400 metre bi pêş de çûn

Ji bo şerê li Hecînê jî QSD´ê ev agahî dan: “Piştî şerê dijwar gelek terorîst hatin kuştin. Şervanên me 400 metroyan bi pêş ve çûn. 10 nuqteyên xwe yên nû ava kirin. Her wiha şervanan mayineke ku ji aliyê terorîstan ve di yek ji nuqteyan de hatibû bicihkirin, teqand. Di encama wê de ti zerar çênebû.

Her wiha şervanên me firokeyeke keşfê ya terorîstan xist xwarê. Terorîstan jî navendên şervanên me bi çekên doçka û suîqastê gulebaran kir. Di encama wê de ti zerar çênebû. Şervanên me jî bersiva terorîstan da. Lê heta niha ti encam nehatine bidestxistin. Balafirên Koalîsyona Navdewletî gelek baregehên terorîstan kirin hedef.”

18 terorîst hatin kuştin

Herî dawî kî wekî encamên şer QSD´ê ew agahî belav kirin: “18 terorîst hatin kuştin. Balafirên Koalîsyonê 10 derb li wan xistin.

Topavêjek hewanê ya terorîstan hate rûxandin, balafireke keşfê hate xistin, her wiha 3 baregehên bicîhkirina terorîstan hatin rûxandin.”

 

DÊRA ZOR