
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarokê Siwêdanê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Şervanên QSD´ê di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê de ku ev 95 roj in didome, derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dane.
Şervanên QSD’ê ev 12 roj in ku ji bo rizgarkirina bajarokê Siwêdan ku 25 kîlometroyan li bakur-rojhilatê bajarê Dêra Zorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Di encamê de bajarok bi temamî ji çeteyan hat rizgarkirin.
Di şerê 12 rojên bihurî de 273 çete hatin kuştin, ji wan 57 cenaze ketin destê şervanên QSD’ê. Şervanan 4 maşîneyên doçka li ser, 4 maşîneyên leşkerî, 5 hawan, maşîneyeke bombebarkirî, motoskiletek û gelek cebilxane jî desteser kirin.
DÊRA ZORÊ