Bagera Cizîrê nîvê bajaroka Siwerê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Dema nûçeya me dihata amadekirin, çav li rê bû ku bajarok di nava çend saetên de bi temamî bê rizgarkirin. Şervanên QSD´ê di Cenga Mezin de jî gelek deverên din ji çeteyan hatin paqijkirin.

Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû leza xwe dewam dike.  Şervanên QSD`ê ku pêr derbasî daketina bajaroka Siwerê bûn, doh nîvê bajarok ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha panzeereke çeteyan jî kete destê şervanan.

Li nîvê din ê bajarokê Siwerê dema me nûçe ji weşanê re amade dikir jî şerên dijwar rû didan. Li gorî çavkaniyên ji QSD`ê, çav li rê bû ku di nava çend saetan de bajarok bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê bê rizgarkirin. Bajarok Siwerê li bakur-rojhilatê Dêrazorê ye.


Li Reqayê 16 sivîl hatin rizgarkirin

Cenga mezin di roja xwe 114´an de ye. Li navenda bajêr û li aliyê rojhilat ê Reqayê jî doh nava rojê şerên dijwar rû dan. Şervanên QSD`ê 16 sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî mertal bi kar dianîn, rizgar kirin.

Operasyona paqijkirinê li taxên El-Meşleb, Sîna û gundê Reqa Semra, ku pêr hinek çeteyên DAIŞ`ê bi cilên sivîl derbasî bûbûn, didome.

Di heman demê de, li herêma Cezrat a sînorê di navbera Reqa û Dêrazorê de jî şerên dijwar diqewimin.

Ji aliyekî din, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 16 sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî mertal li taxa Nehda li rojavayê Reqayê bi kar dianîn, rizgar kirin.

Şêniyên ku hatine rizgarkirin, teqez kirin ku çeteyên DAIŞ`ê dema 7 kes ji malbatê dixwestin ji wan birevin, ew kuştin. Lê derbarê navên kesên kuştî de ti agahî nehatine bidestxistin.


Kargeheke çêkirina çekan kete destê QSD`ê

Di bipêşveçûyînên şervanên QSD`ê li taxa Nehda ya li rojava yê Reqayê de, kargeheke çêkirina çekan hate dîtin. Li taxê şerên dijwar dema nûçeya me dihat amadekirin jî rû didan, û şervanên QSD´ê bi pêş ve diçûn. Di şer de şervanan derbên giran li çeteyan dixin. Di bipêşveçûyînên şervanan de li taxê kargeheke çêkirina çekan hate dîtin û şervanan ew kargeh bi dest xist. 


 DÊRA ZORÊ / REQA