
Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê, 6 gundên din ji çeteyên DAIŞ´ê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê didome û şervan rojane bi pêş dikevin û deverên nû rizgar dikin. Ji pêr sibehî ve şervanan li deverên cûda li dijî 6 gundan opersyon da destpêkirin. Li hemû gundan, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şer qewimî. Şer li van gundan heta pêr derengî şevê dewam kir. Di encamê de şervanan hemû gund doh berê sibehê ji çeteyan rizgar kirin. Gundên ku ji aliye şervanên QSD ve hatiyê rizgarkirin ev in:
Gundê Adil ku 50 kîlometreyan li rojhilatê Dêra Zorê ye; Gundê El- Herce ku 46 kîlometreyan li rojhilatê Dêra Zorê ye; Gundê El-Qoşeriya ku 70 kîlometre li rojhilatê Dêra Zorê ye; Gundê El- Rughay ku 72 km li bakurrojhilatê Dêra Zorê ye; Gundê El- Aya yê ku 48 kîlometreyan li rojhilatê Dêra Zorê ye; Gundê Bixwêrê yê ku 28 kîlometreyan başûrrojhilatê Dêra Zorê ye.
Di encama şerê li van 6 gundan de 21 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin û 4 çete bi saxî ketin destê şervanan. Dema nûçeya me ji weşanê re dihat amadekirin, şervanan li gundan xebatên paqijkirinê bi rê ve dibir.
Di neh rojan de 13 gund û gelek gundik rizgar bûn
Şervanên QSD′ê di 9 rojên dawî yên Pêngava Bagera Cizîrê de, stasyona Cefer a petrolê, 13 gund û gelek gundik rizgar kirin.
Bipêşveçûna şervanên QSD′ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li rojhilatê çemê Firatê didome.
Şervanan di 9 rojên dawî de, stasyona Cefer a tirênê, 13 gund û gelek gundik ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin. Di van operasyonan de herî kêm 85 çete hatin kuştin, erebeyeke zirxî hat teqandin, 5 erebeyên doçka û du topavêjên hawanan hatin rûxandin.
DÊRA ZORÊ