Li Hola Navenda Çandê ya Çomanê filma ‘Bahoz’ ya ku qala têkoşîna xwendekarên Kurd yên li zanîngehên Tirkiyeyê dike, hate nîşandan.
Şevê din filma, ‘Bahoz’ li hola Navenda Çandê ya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hate nîşandan. Filma ‘Bahoz’ ji aliyê derhênerê Kurd Kazim Oz ve sala 2008’an hat çêkirin.
Filma ‘Bahoz’ qala têkoşîna ciwanên Kurd li zanîngehên Tirkiyeyê dike, di heman demê de behsa xwerêxistinkirina ciwanan li dijî neteweperestî û faşîzma Tirk jî dike. Ciwanên Çomanê elaqeyeke mezin nîşanî filmê da.
HEWLÊR