Meşa Dirêj a Ciwanên Başûrê Kurdistanê, ku ji Silêmanî bi dirûşma "Em bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê parçe bikin, Rêbertî azad bikin" dest pê kir, gihîşt Kerkûkê.

Ciwanan piştî ku duh li navçeya Çemçemalê bîrdariya Şehîdên Enfalê ziyaret kirin û hatin gundê Çîmen ê navçeya Karaîncîr a Kerkûkê, bi şev li vir man. Ciwanan doh danê sibehê meşa xwe dewam kirin. Meşa ciwanan a li bajarê Silêmanî destpê kir, doh di roja çarem de bi çalakiyan dom kir. Ciwanên ku gihan bajarê Kerkûkê tevlî çalakiya şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li Kerkûkê bûn. Ciwan îro li Hewlêrê bi çalakiya lidar dixin meşa xwe ya 5 rojan bi dawî dikin. 


 KERKÛK