Şervanên QSD bajarê Tebqayê di 10`ê Gulana 2017`an de ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Piştre pêvajoya jinûveavakirin, pêşketin, bicihkirina ewlehî û îstiqrarê, vejîna aborî û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên civakê de dest pê kir.

UDEYÎ EHMED / ANHA/ TEBQA

Piştî du salan bajarê Tebqayê ji nû ve pergala rêveberî, rêxistinî, xizmetguzarî û ewlehiya xwe ava kir. Şervanên QSD´ê bajarê Tebqayê di 10`ê Gulana 2017`an de, di çarçoveya pêngava Xezeba Firatê de ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Piştre pêvajoya jinûveavakirin, pêşketin, bicihkirina ewlehî û îstiqrarê, vejîna aborî û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên civakê de dest pê kir. Gelek saziyên rêveberî, rêxistinî, ewlehî û xizmetguzariyê bi rêya planan û bernameyekê, ji bo bipêşxistina bajar, ketin nava liv û tevgerê.

250 meclis avakirin

Meclisa Tebqayê ya Sivîl ku xeta yekemîn a civakîbûnê ye, zêdetirî 17 malên gel li herêmê ava kirin û 250 meclis jî li herêmê kar dikin. Şaredariya Gel bi rêya projeyên xizmetguzariyê û birêxistinbûnê, roleke girîng lîst. Di mijara ekolojiyê de şaredariyê baxçeyên li navenda bajar û bejahiyan ji nû ve çêkirin û zêdetirî 12 hemleyên çandina daran dan destpêkirin. Ji wan projeyan “Ji nû ve çêkirina Bendava Firatê, Çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb a li başûrê Bendava Firatê, Çerxerêya El-Elem û Çerxerêya Şehîdan”, her wiha şitilgeha çandiniyên ku tê de bi hezaran ji çandiyarên ji bo projeyên ekolojiyê li bajar û bejahiyan hene, hate aktîfkirin.

Ji bo hevrêziya enerjiya jinan

Jinan jî li hemû warên jiyanê birêkxistina xwe ava kir. Di demeke kurt de Rêveberiya Jinan a Tebqayê bû sîwana sereke ya hemû jinên herêmê. Rêveberiya Jinan ji bo hevrêziya enerjiya jinan û pêkanîna armancên wan ji azadî, wekhevî, şikandina qeydan û pêkanîna tevlîbûneke bi giştî di civakê de, dest bi xebatan kir. Par Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi hezaran jinên herêmê bi rêya vekirina 10 meclisan li gundewarên bajêr, bi rêxistin kirin. Jinên ku ji xebatên siyasî û eskerî dûr bûn, bi saya fikrên azad û rola mezin a Rêveberiya Jinan, rola xwe di nava civakê û di hemû aliyan de xurt kir.

Bû hêza çareserkirina pirsgirêkan

Jinan cihê xwe di warê eskerî de girt û asta têkoşînê bilind kir. Ji pîvana parastina rewa û parastina desteketiyên gelan û nirxên şoreşê ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin, Rêveberiya Jinan li Tebqayê xwe di nava refên hêzên Parastina Cewherî de bi rêxistin kir, da ku parastina jinan û gel bike. Di aliyê rêkxistinî de jî jinan meclis û komînên xwe ava kirin û bûn pêşengên civakê. Di nava demeke kin de Rêveberiya jin li Tebqayê weke mala mezin û cihê yekemîn ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jinên herêmê bi erka xwe rabû.

Xwe di her warî de bi rêkxistin kir

Hêjayî gotinê ye ku hejmara endamên di Rêveberiya Jinan a Tebqa û gundewarên wê de gihîştiye 63 endam û 19 endamên rêveberî û cîgiran, zêdetirî 235 jin beşdarî perwerdeya bîrdozî di akademiyên jinên Sûriyê de bi rêya Rêveberiya Jinan a Tebqayê bûn û 200 jin beşdarî perwerdeyên di Akademiya Civaka Demokratîk de bûn.