Mamostayê Beşa Dîrokê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bedlîs Erenê Doç. Dr. Mehmet Demirtaş got ku 5 hezar sal berê mirov li vî bajarê kevnare dijiyan û Qralên Ûrartûyan jî li vê derê mane û ev der di sala 1986an de ji aliyê Wezareta Çandê ve hatiye tescîlkirin.
Demirtaş da zanîn ku niha nîvê bajêr di bin erdê de ye, nîvê wê jî di nav golê de ye û wiha axifî: "Ev der dîroka Tetwanê dide nîşan û divê ev der ji kesên ku dizî vê derê dikolin û ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganî bi kar tînin, were parastin."
'3 hezar sal Beriya Mîladê mane'
Demirtaş got ku divê Lijneya Parastinê ya Heyberên Çand û Xwezayê ya Wanê yan jî Wezareta Çand û Tûrîzmê vê derê bo tûrîzmê bikar bîne û wiha axifî: “Li Tetwanê baweriyeke wiha heye ku dîroka navçeyê tune. Lê berevajiyê vê baweriyê dîroka Tetwanê heta 5 hezar sal berê diçe. Cîraniya wê ya Bedlîsê jî vê îspat dike. Dîroka wê wek ya Bedlîsê nûwaze nebe jî li gor lêkolînan tiştên wiha hatin dîtin ku ji dewra 3 hezar sal Beriya Mîladê mane.
Doç. Dr. Mehmet Demirtaş bi bîrxist ku du bajarên kevnar hene û wiha got: "Yek ji van li gundê Şahmiranê ye, yê din jî li qeraxa Gola Wanê ye û wek plaj tê bikaranîn. Di çavkaniyên fermî û nivîsaran de ev der wek ‘Bajarê Kevnare yê Tetwanê’ derbas dibe. Kevir nexişandine, li ser nîş, şiklê geometrîk, îşaret û wêne çêkirine. Dema ku behsa bajarê kevnare tê kirin, ev taybetî tên bîra merivan û ev taybetî hemû di sala 1986an de hatiye tescîlkirin."
TETWAN