Piştî rêwîtiyeke bi qasî şeş saeten a bi otobusê, destê êvareke hênik gihiştim bajarê ku min di xewna şevan de jî nedîtibû. Rêwiyek bûm ez jî. Wekî hemû rêwiyên ku bi mebesta bêşdariya festivalê berê xwe dabûn Dêrsimê, li garacê bi dengê miavin re ji ser kursiya xwe hol bûbûm, ji pêlikên otobusê bi çogên qerimî, hêdî hedî daketibûn . Bi nêrîna ewil re şînahiya darên di ber hev de bejn bejn, bi çavên min ê westiyayî wedabû. Piştî ku bi ser hişê xwe hatim û min bi baldarî li der û dora xwe meyzand, tê gihiştim, ku bajarê ku min di aşopê de wênandibû û bajêrê ku niha li ser şeqema ku berê xwe dida navenda bajêr, ne heman bajar in: Ez li hêviya bajarekî di quntara çiyayekî asê de, hemû xanî di fesala qesran de ji kevirên şehkirî, bi dar û ber, şinahiya li dedrûdorê kesk kesk kevzî, her der bi çaviyên ava ku ji qulzema zinaran dertên , zelal zelal tezî…û mêrên ku simbêlên wan wekî qiloçê beranan li hev badayî, jinên bi dar û
û ber û ser bi kofî bûm…
Ez li Dêrsimê bûm. Bi navê xwe yê kevn li Mamikê…Navê Mamik niha li pireke ku di ser ava Munzur re, herdu hêlên bajêr bi hev ve dike, kirine. Jixwe, dibêjin navê Dêrsimê ne yê bajarekî yê herêmê, herêma ku xwe li perên Sivas û Meletiyê dide ye.
Piştî rêveçûneke bi qasî kişandina çixareyekê, digihim navendê. Li ber avahiya şaredariyê radiwestim, telefonî kek Mustafa dikim, dibêjim ‘ li ber dergehê der ê Şaredariyê rawestiya me. Tu ê min ji porê min ê dirêj û riha min amîranî, nas bikî’! Wisa jî dibe. Piştî ku telefonê digirim bi bîstekê, mirovekî xwînşirîn destê xwe davê ser piyê min, rû bi ken, dibêje‘ Ez Mustafa. Tu bi xêr Dêrsimê, ser çavan hatî mamoste’…
Piştî lihevpirsineke kurt, li ser daxwaza wî, di ser suka binê erdê re em berê xwe didin şaredariyê, nivîsgeha HYS’ê.
Li wir bi qasî çayvexwarinekê rûdinim. Bi xortên li nivîsgehê dikevim sohbeteke germ. Bi derbekê re Comerd dikeve hundir. Bi dilekî germ û rûyekî bi ken em li hev dipirsin.
Ji min dipirsin: Mal an otel, mamoste? Otel rehettir e, lê mal xweştir e, dibêjim.
Bi kek Mustfa ra derdikevim der. Westiya me. Dixwazim binivim.Mazûvanê min kek Elî bi dilgermî dibêje, mêvanekî me î din heye; Tefîk Taş.. Tu wî dinasî, ne’? Gava ku navê Tewfîk dibêje, bi serê xwe erê dibêjim. Peyva pêşiyan a ‘ Mêvan ji mêvan aciz, xwediyê malê ji herduyan aciz’ tînim bîra wî. Em bi hev re dibişirin. Bi hatina Tewfîk re em li siwareyê siwar dibin, berê xwe didin mala mazûvanê xwe..
Bajarê ku min nedîtî helbest li bejnê kirine