Piştî salane ku bona gereke di çarçoveya komkujiya Enfal a ku dora 182 hezar Kurdên Başûrî ji hêla rejîma Baasê ve hatibûn kuştin, ez bi teyareyê ji Almanyayê derdikevim. Di Balafirgeha Duesseldorfê de wekî ku min dipa; di kontrola pasaportê de problemek derket û ez dame sekinandin. Paşê ji min re hat gotin ku pirsgirêkeke dewleta Swîsreyê bi min re hebûye. Ji ber ku xeynî du caran mêvandariya meta xwe, ez neçûbûm wê welatê, min jê tiştek fam nekir. Lê bona Kurdekî li welatê xerîbiyê sûrprîzên wisa pirr 'normal' in. Pişt re ji min re hat gotin ku bona rêwîtiyê tu pirsgirêka min tune ye û kontrol bi dawî bû.

Me ji hevalên ku bona birêkirina me hatibûn balafirgehê xatir xwest û berê xwe da cihê ku bagajên rêwiyên Silêmaniyê disekinîn. Li wir bi her awayî dîmeneke nas xuya dike; bi jin, zar û zêç, qelebalixek. Belkî jî ji her sisê rêwiyan yek zarok e...

'Kurdistan' û hîsên cûda...

Ez û hevalên min ên rojnamevan Kamer Soylemez û Erdal Er, em bi hev re dihatin Kurdistanê; wekî ku xelkê me yê Başûrî bi kêfxweşî û şanaziyekê bilêv dikin; 'Kurdistana azad'. Rêwîtiya me çar saet ajot û di dawiyê de bi firîna li ser bajarê Silêmaniyê re heyecanekê bi me girt. Wekî ku hunermend Ferhat Tunç wexta me hevdû dît, anî zimên; "mirov dikeve bin bandora hîsên cûda." Li paytexta Belçîka Brûkselê dema em ketibûn hewşa Konsolosê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê jî ez û hevalê min ê rojnamevan Serdar, me bi hev re heman gotin bilêvkirîbû. Ferhat Tunç ji Tirkiyeyê û roja din jî nûnerên din ên Komela Jinûve Avakirina Dêrsimê (Newede Dêrsim) nivîskar Haydar Işık, Alî Çatakçi û Hasan Taş jî ji Almanyayê bona heman gerê hatin Silêmaniyê. 


'Kaka to xelkî Bakurî'
Di Balagfirgeha Silêmaniyê de wexta ku min polîs, kontroler û peywirdarên dest bi bêtêl dît, festîvalên Kurdên li Ewropayê hat bîra min. Di festîvalan de jî endamên komîteya amadekar pirr ji bêtêlê hez dikin û ew jî bêtêla xwe wekî ku xelk gişt bibîne, radikin û pê forsê xwe diavêjin. Em ketin hundirê balafirgehê û herkes bi awayekî asane ji kontrolê re dersbas bûn; lê ez û Erdal em hiştin. Her çiqas vîzeyên me ji Wezareta Karên Hundirîn hebe jî piştî pirsa, "Kaka to xelkî Bakur î" em veqetandin, lê bi helwesteke nazik. Paşê li ser pasaportên me wana jî mora vîzeyê lê da û kontrol xilas bû. Li ber deriyê balafirgehê xebatkarê Galî Kurdistan TV'ê em girtin û anîn otela ku li wir bona me rezervasyon hatibû kirin. Wexta em ê rakevin, êdî saet dora serê sibehê bû...
Silêmaniyê bi her awayî bajarekî ku hişê wê tevlîhev e; mirovên bi kincên herêmî û yên modern, qelebalixa rojhilatî û tabelayên bi herfên erebî û latînî yên mîna yên li Amerîkayê, navên dikanan ên bi Kurdî û Îngîlîzî, bi piranî wesayetên nû û tevlîheviya trafîkê, li kolanan kêm bin jî li Parka Azadiyê jinên bi tenê mîna yên Ewropî sporê dikin, saziyên fermî yên mîna bûroyên partiyên siyasî û hwd. Wer xuya ye ku Silêmaniyê hên jî li nasnameya xwe digere!..  
Nivîskar Necmettin Salaz ê ku ji ber doza KCK'ê ji Bakur hatiye û çend sal e li vir e, em birin qehwexaneyekê. Bi Kurdiya Soranî bang li garsoneke kinik kir; "Maya can!" Mayayê bi Kurdî xizmeta xwe kir, lê paşê em pê hîn bûn ku ew jineke Nepalî ye. Mamoste Necmettîn got, jinên ku paqijiyê dikin û yên garson piranî Nepalî ne û bi Kurdî hînbûne...
Kolan bi alên partiyên siyasî, bi taybetî bi yên Yekîtî (YNK) û Goranê tijî ne. Li Silêmaniyê bandora Partî (PDK) mîna alên wê zêde xuya nake. Partiyên Başûrî, ev şeş mehe ku hên hikûmeta xwe ya herêmî saznekirine, amadekariya hilbijartina Iraqê dikin. Tê gotin li Silêmaniyê  şansê tevgera siyasî ya nû Goranê ji partiyên din zêdetir e.

Emnesûreke û Zindana Amedê
Emnesûreke navê êşkencexaneyeke ji dema Seddam Hûseyîn maye. Bi hezaran Kurd bêyî dadgehkirin li wir hatine kuştin. Wexta em têde geriyan, êşkencexaneyên li Tirkiyeyê û zindanên li Almanyê hatin bîra min. Firehiya hucreyan li her derê wekhev e. Di bînaya pêşiyê de dîwar tev bi parçeyên neynikan hatine neqişandin. Em pê hîn bûn, ku bona her kesekî ku di Komkujiya Enfalê de hatine kuştin an wendakirin, tam 182 hezar parçeyên neynikan bi dîwarên Êşkencexaneya Emnesûreke ve hatine kirin. Rojek wê were Zindana Amedê jî wê bibe mûzeyeke ku nifşên nû yên Kurd tê de bibînin ku bona azadiyê çi bedel hatiya dayîn!..

Enfal, Helepçe, Dêrsim, Mereş..

Di hevdîtan bi Endamê Komîteya Navendî ya Goranê Celal Cewher de Haydar Işık dosyayek li ser Komkujiya Dêrsimê pêşkeş kir û bahsa girîngiya xebateke navneteweyî ya derbarê komkujiyên li dijî Kurdan giştan kir. Hat gotin ku li qadê navneteweyî komkujiyên wek Enfal, Dêrsim, Mereş û yên din bi hev re werin rojevê û bona vê yekê xebateke neteweyî were kirin. Celal Cewher jî di pirsgirêkên neteweyî de girîngiya helwesteke neteweyî ya tevahiya hêz û partiyên Kurdan kir. Cewher balkişand ser girîngiya kombûna Kongreya Neteweyî û got bihevdunekirina Kurdan bingeha tevahiya pirsgirêkên Kurdan bi xwe ye. Ez wer pê hesiyam ku eger jidilbûnek hebe, Kurd dikanin yekîtiya xwe pêk bînin.

'Ne Şîkago, Silêmanî ye!..'
Em ber bi şevê bona temaşekirina bajêr derketin Çiyayê Ezmerê. Hevalên rojnamevan ên li Silêmaniyê dixebitin, endamên Newede Dêrsimê, Haydar Işık, Ferhat Tunç û em tev li hember xweşikahiya bajêr dilcoş bûn. Me bi hev re fotograf kişand. Ferhat Tunç wêneya kişandî di facebookê de belav kir û got; ev der ne Şîkogo ye. Erê ev der ne Şîkogo ya Amerîkayê, Silêmanî ya Kurdistanê ye!..