Mîrasa herî girîng a li Mêrdînê, bajarê kevnar Dara ye. Li gorî hin rîwayetan beriya zayînê di sedsalên 4 û 5'an de hatiye avakirin û heta roja me ya îro li ser piyan maye. Ji Midûriyeta Muzeyan a Mêrdînê Arkeolog Suleyman Bayar der barê mijarê de ev agahî dan: "ya piştrastkirî li ber destê me ew e ku bajarê niha bi avahiyên xwe ji destpêka sedsala 6´an maye û împeratorê Bîzansî Anastasyûs daye avakirin."


Navê Dara îşaret bi kevnarbûnê dike 

Bayar dibêje, hem navê Dara û hem jî cihê bikêrî manê tê yê bajêr dike ku ew bawer bikin dîroka bajêr kevnartir be û weha dewam dike: "Bi kolanên arkeolojîk par û pêrar herî zêde jî em li delîlên wê yekê geriyan ka beriya Anastasyûs li vir bajêr bide avakirin, li vir cihekî şên hebû yan na." Arkeokog Bayar dide zanîn ku heta niha ew rasta delîlekê nehatine, lê rîwayet hene ku kevnariya bajêr heta bi beriya zayînê dibin: "li gorî rîwayetekê, dema ku Skender şerê Daryûsê dawî yê împaratoriya Pers, dema artêşa wî şikest nêzî Nisêbînê xwe spartiye cihekî. Û ev cih paşê weke Dara bi navê wî hatibe binavkirin." Li gorî hin rîwayetên din Daryûsê yekem di sedsalên 4-5 beriya zayînê ev bajar ava kiribe.  Piştî Nisêbînê weke bajarê giring yê sînor tê zanîn û her wiha dilê bazirganiyê Rêya Hevrîşm e jî ku di nava bajêr re derbas dibe. 


Metropoleke Mezopotamyayê ye 

Herçî bedewiya wê ye îro jî mirovan cezb dike. Dara ya ku hîna dîroka avabûna wê weke me li jor jî behsa wê kir, bi temamî ne diyar e, li gorî hin rîwayetan bi fermana hikumdarê Împeratoriya Axamenî, Darîus (Dara) weke bajarê li ser sînorê bi Împeratoriya Romayê ve hatiye avakirin, li gorî hin rîwayetan jî ev bajarê germiyanê bû ji bo wî. Bi herhalî ev bajarê ku di demên cuda de ketiye destê Bîzans û Sasaniyan metropolek bû li Mezopotamyayê. Piştî zayînê di sed sala 7'an jî bi belavbûna Îslamê re deshilatiya Emewiyan lê serdest e, paşê dikeve destê begên herêmê. Di sed sala 16'an de bi Mîrtiyên Kurdan re Dara hukimraniya Osmaniyan qebûl dike. Li vî bajarê 30 kilometran li başûrrojhilatê Nisêbînê, tevî zêdebûna şikeftan (gorên melikan), gelek kêlên ziyaretan jî tên dîtin. Her wiha li bajarê kevnar Darayê keleh, dêr, pir, cihok, kewar, sarinc û navendên bicîhbûnê yên heta niha dimînin, hene.


Gundê zindî û bajarê kevnar 

Di nava berên mezin de cihên berê şên yên bi qasî 8-10 kilometreyan hene. Şikeft û surên wê jî hîna dimînin.  Dema hûn kela germa havînê berê xwe bidin Darayê û xwe berdin hundirê kewara bi navê "Zindana Darayê" tê nasîn, metel nemînin ku gundiyên Darayê ji ber kela germê hewara xwe gihandibin Daraya kevnar. Rojnamevan Ezîz Ogur ê ku ev çavdêrî kirî jî jixwe me hişyar dike, ew ne bajarekî kevnar ê miriye, ew gundê Dara yê zindî ye jî.  


Kolanên arkeolojîk wê dewam bikin

Du deriyên Darayê li aliyê Başûr û Bakur vedibin. Li nava bajêr dêr, seray, bazar, kewar, girtîgeh û bendên avê tên dîtin. Sazumaniya çêkirina cihokên avê ji wê demê heta niha hîna baş tê dîtin. Dara dema desthilatiya Persan bûye qada şerê bi Skenderê Mezin re. 

Bayar li ser kolanên li deverê agahî dan û got, "pirraniya kolanan li erdên xezînê hatin kirin. Hin kolan li nava gund jî bi destûra gundiyan hatin kirin ku pê me devera jê re Zindan tê gotin bi temamî vekir. Îsal hîna kolanan destpê nekiriye. Heke destpê bikin armanca me dîtina nîşaneyên kevnariya Darayê ye." 


Xelk tê dîtina bajêr

Li herêmê piştî Heskîfê cihê herî zêde rastî eleqeyê tê Dara ye. Dara di warê tûrîzma dîrokî û çandî de xwedî girîngiyeke mezin e. Piştî Heskîfê rawestgeha duyem a turîstên biyanî û cihî Dara ye. Herçî turîzma herêmê ye, Heskîf, Dara û Erzen tevî navenda bajarên Midyad û Mêrdînê hêjayî dîtinê tên qebûlkirin. 

Arkeologê Midûriyeta Muzexaneyên Mêrdînê Suleyman Bayar, ji bo nirxê dîrokî, mîmarî û zindî ê bajêr dibêje, helbet mîrateya cîhanî ye û weha dewam dike: "Li Nisêbînê Dêra Mar Yaqûb û Gora Zeynel Abidîn li ser lîsteya demî a UNESCO´yê ye. Kolanên li vir bi dawî bûn û îsal xebatên restorasyon û sererastkirina hawîrdorê jî bi dawî dibe. Herçî nava Mêrdînê ye, hin xebatên restorasyonê bi desteka fonên Yekîtiya Ewrûpayê bi rê ve çûn û rêya sereke bi vî awayî hat restorekirin. Li Kelaha Mêrdînê jî par me hin kolan kirin û avahiyên ji serdema dereng a Osmaniyan me li derxistin holê.."  


LUQMAN GULDIVÊ